Wezîrê Ragihandinê yê Sûriyê: Tiştek bi navê ‘Kurdistana Sûriyê’ nîne

Wezîrê Ragihandinê yê Sûriyê Umran Zuhbî, dibêje ku gerek pirsa kurd li Sûriyê di nav sînorê dewletê de bê gotûbêjkirin û îdia kir ku tiştek bi navê ‘Kurdistana Sûriyê’ nîne.\n\nUmran Zuhbî beşdarî b[lteneke nûçeyan a Rûdaw TV bû û anî ziman ku Sûri.

16.12.2013, Pts - 07:49

Wezîrê Ragihandinê yê Sûriyê: Tiştek bi navê ‘Kurdistana Sûriyê’ nîne
Haberi Paylaş
Wezîrê Ragihandinê yê Sûriyê Umran Zuhbî, dibêje ku gerek pirsa kurd li Sûriyê di nav sînorê dewletê de bê gotûbêjkirin û îdia kir ku tiştek bi navê ‘Kurdistana Sûriyê’ nîne.

Umran Zuhbî beşdarî b[lteneke nûçeyan a Rûdaw TV bû û anî ziman ku Sûriye rastî şerekî dijwar tê ji aliyê Tirkiye, Qeter û Erebistana Seûdî ve.

Li ser Cenêv2 j’ Zuhbî destnîşan kir ku çûna wan ne ji bo radestkirina desthilatê ye û tekez kir ku beyanameya Cenêv2 behsa çûna Esed nake lê got ku di Cenêv2 de wê hikûmeteke hevbeş navbera rejîm û opozîsyonê pêk bê.

Zuhbî diyar kir ku serkeftina Cenêv2 bi îradeya siyasî ve girêdayî ye û tevî ku ti garantiyên serkeftinê nînin lê ew dixwazin ku ew kongre biser keve.

Li ser pirsa kurd li Sûriyê Zuhbî tekez kir ku kurd beşekî serekî ne ji gelê Sûriyê û di destûra Sûriyê ya nû de mafên kurdan hene lê Zuhbî got ku tiştek bi navê “Kurdistana Sûriyê” nîne.

Li ser Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ên ser bi PYDê ve Zuhbî destnîşan kir ku ew hêzeke niştîmanî ye û got ku birêvebiriya xweserî ya PYDê ji bo parastina xelkê hatiye avakirin.

Rudaw
Bu haber toplam: 1511 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:04:30:50
Bu gönderiye hiç yorum yapılmamış! İlk yorum yapan kişi olmak ister misin?
Nerina Azad
x