Sûriye 4 çalakvan li Sûriyê hatin revandin

Çalakvanên sivîl û lîberal û berevanên mafên mirovan êdî nema tenê li ser destê hêzên artêş û îstixbarata Hikûmeta Sûriyê tên binçavkirin û girtin.

11.12.2013, Çar - 10:17

Sûriye 4 çalakvan li Sûriyê hatin revandin
Haberi Paylaş
Çalakvanên sivîl û lîberal û berevanên mafên mirovan êdî nema tenê li ser destê hêzên artêş û îstixbarata Hikûmeta Sûriyê tên binçavkirin û girtin. Duh di Roja Cîhanî ya Mafên Mirovan de nûçeya revandina çalakvana sûrî ya navdar Rezan Zêtûne û 3 hevkarên wê di “Navenda Belgekirina Binpêkirinan” de hat belavkirin.

Li gor daxuyaniyên çalakvanên sûrî, roja duşemê çend çekdarên serûçav nixumandî avêtin ser “Navenda Belgekirina Binpêkirinan” li bajarê Dûma li rojhilatê paytexta Sûriyê Şamê ku bi tevahî di bin kontrola opozîsyonê de ye û her yek ji Rezan Zêtûne, Semîre el-Xelîl, Wail Hemade û Nazim el-Hemadî revandin.

Serokê Hevbendiya Mafên Mirovan li Sûriyê Ebdilkerîm Rîhawî hinek grûpên ku li ser opozîsyonê tên hejmartin û rejîmê ew bi xwe ve girêdane, bi revandina her çar çalakvanên tometbar kir.

Encûmena Xwecihî ya bajarê Dûma bang li hemû rêxistinên leşkerî û hêzên şoreşgêr kir ku vê dozê bişopînin “ber ku ev bûyer “daxeke reş e di eniya Dûma azad de”.

Hevjînê Semîre el-Xelîl, nivîskar û rikberê siyasî Yasîn Hec Salih li ser rûpela xwe ya Fecbookê nivîsandiye ku girtina van çalakvanan “sivikatî bi şoreşa Sûriyê” ye.

Rezan Zêtûne yek ji rikberên navdar ên Sûriyê ye û çendîn xelatê cîhanî derbarê mafên mirovan de wergirtine, mîna xelata Ana Polîtkoviskaya ya jinên ku berevaniya mafên mirovan dikin û Xelata Dezgeha Ibin Ruşid a ramana azad li Berlînê ku ronakbîrê mezin ê sûrî Sadiq Celal el-Ezim ji ber ve wergirt.

Tevî ku Rezan Zêtûne ji aliyê hêzên ewlekariya Sûriyê ve dihat şopandin, lê ew ji Sûriyê derneket û digot ew ji bal Artêşa Azad û şoreşgerên Sûriyê ve tê parastin.

Rezan Zêtûne û hevkarên xwe ne çalakvanên tenê ne ku ji aliyê grûpên radîkal ên ser bi opozîsyona Sûriyê ve hatine girtin û revandin, lê bi dehan çalkavanên sivîl, medyakar û pizîjk ji aliyê van grûpan ve hatine revandin, girtin û kuştin jî.

Nerina Azad
Bu haber toplam: 1971 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:07:22:13
Bu gönderiye hiç yorum yapılmamış! İlk yorum yapan kişi olmak ister misin?
Nerina Azad
x