Îran: Di çend rojan de 18 kes hatin darvekirin

Li Îranê darvekirina mirovan bidawî nabe.

29.01.2014, Çar - 07:29

Îran: Di çend rojan de 18 kes hatin darvekirin
Haberi Paylaş
Li Îranê darvekirina mirovan bidawî nabe. Hat ragehandin ku di çend rojên borî de 18 kes li bajarên cuda yên Komara Îslamî ya Îranê hatine darve kirin.

Li gor ajansa HRANA, heta niha nasnameya wan nehatiye eşkere kirin yên ku di girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê de hatine darve kirin, tawanê hinek ji wan kesan veguhestin û qaçaxa bi madeyên hoşber hatiye ragehandin.

Li aliyê din li gor nûçeya ajansa EfkarNews a Îranî, sê girtiyên xelkê bajarê Dolfan bi tawana qaçaxa bi madeyên hoşber li parêzgeha Melayêrê hatine darvekirin.

Duh serê sibehê girtiyekî din bi heman tawanê li bajarê Qezwînê hatiye darvekirin. Herwiha du girtiyên din yên bi navên Hemîd Zarê û Hemze Remezanî bi tawana kuştinê hatine darve kirin. Roja duşemê jî heft girtî li girtîgeha Qizil Hisarê hatibûn darve kirin.
Nerina Azad
Bu haber toplam: 1968 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:06:11:17
Bu gönderiye hiç yorum yapılmamış! İlk yorum yapan kişi olmak ister misin?
Nerina Azad
x