Mihemed Mûsa: Em ji ENKSê venakişin

Sekreterê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mihemed Mûsa ragihand ku tevlîbûna partiya wan di nav rêveberiya demî de li dijî biryarên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS)ê ye, lê cîbicîkirina van biryaran e.\n\nRêveberiya demî di 12ê cotmehê de ji .

10.12.2013, Sal - 09:55

Mihemed Mûsa: Em ji ENKSê venakişin
Haberi Paylaş
Sekreterê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mihemed Mûsa ragihand ku tevlîbûna partiya wan di nav rêveberiya demî de li dijî biryarên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS)ê ye, lê cîbicîkirina van biryaran e.

Rêveberiya demî di 12ê cotmehê de ji aliyê PYDê û çend partiyên din ên Kurd, Ereb û Siryan li Rojavayê Kurdistanê hat ragihandin. Di nava rêveberiyê de 2 partiyên ENKSê jî hene ku ew jî Partiya Çep a Kurd û Partiya Çep a Demokrat a Kurd in.

ENKSê di civîna xwe ya 5 û 6ê vê mehê de biryar da ku tevlî rêveberiya demî nebe û ji partiyên xwe xwest ku pêgirê vê biryarê bin.

Mihemd Mûsa ji Rûdawê re gor “Eger ji me hat xwestin ku di ji ENKSê û û rêveberiya demî aliyekî hilbijêrin, em dest ji ENKSê bernadin”.

Mûsa tekez kir ku partiya wî ji ENKSê venakişe û wiha anî ziman “Em ji ENKSê venakişin, ji ber ku em yek ji damezirênerên wê ne û di baweriya me de hem ENKSê û hem jî Desteya Bilind a Kurd (DBK) di vê qonaxê de girîng û pêwîst in”.

Sekreterê Partiya Çep diyar kir ku avakirina rêveberiya demî biryara ENKSê bû, lê hinek partiyên ENKSÊ ji vê biryarê vegeriyan.

Derbarê civîna ku tê çaverêkirin di navbera 5 partiyên ENKSÊ û PYDê de bê lidarxistin, Mûsa got “Ev partî ne ji aliyê ENKSê ve hatine destnîşankirin, lê ji aliyê Serokatiya Herêma Kurdistanê ve hatine vexwendin. Ez hêvîdarim ku nûçeyên xweş ji vê civînê derkevin”.

- See more at: http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/10122013#sthash.Nv8Ws1BX.dpuf

Rudaw
Bu haber toplam: 732 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:07:17:55
Bu gönderiye hiç yorum yapılmamış! İlk yorum yapan kişi olmak ister misin?
Nerina Azad
x