Medya Îranê henekê xwe bi Kurdan dike

Hejmarek malper û televizyonên fermî yên Komara Îslamî ya Îranê bi belavkirina dîmenê malbateke Kurd henekên xwe bi Kurdan dikin.

02.02.2014, Paz - 07:41

Medya Îranê henekê xwe bi Kurdan dike
Haberi Paylaş
Hejmarek malper û televizyonên fermî yên Komara Îslamî ya Îranê bi belavkirina dîmenê malbateke Kurd henekên xwe bi Kurdan dikin. Herwiha wek miletekî nexwendevan û paşverû berê xwe didin Kurdan.

Kanala 3 ya Îranê malbateke 21 kesî vexwend bernameya ‘’Vîtamîn 3’ û di wê programê de wek malbateke gelekî ecêb û balkêş hat pêşandan û bala temaşevanan kişandin ser. Programa Vîtamîn 3, ew malbata Kurd wek malbateke nexwendevan û paşverû pêşan da.

Navê bavê wê malbatê Qasim Eylo ye û ji gundê Mexmûr a ser bi bajarê Çaldiran a parêzgeha Urmiyê ye. 10 kur û 9 keçên Eylo hene. Di programê de pêşkeşkar çendîn car wek henekpêkirin berê xwe da malbatê û bi ken behsa nexwendevanî û paşverûbûna malbatê kir.

Berî niha jî hejmarek malperên Îranê bi belavkirina dîmenê mamosta Mihemed û xwendekarê wî yê nexweş ê Kurd wek miletekî mîhrhiban û lêburde-efûker nîşan dabû. Di vê derbarê de çavkaniyeke nêzîkê hikûmeta Îranhe ji BasNewsê re got: ‘’Zêdebûna gelên nav Îranê wek Kurd, Belûc û Tirk zêdeyî Farisan e, loma Elî Xameneyî par ragehand ku divê nifûsa gelê Îranê bigihe 150 milyon kes daku hevsengiyek di nav gelên Îranê de çêbibe.’‘

Heman çavkaniyê da zanîn ku çend meh berî niha hejmarek semahetên nav Îranê jî di nimêja înê de hişyariya wê yekê dabûn ku li Îranê hejmara Suneyan zêde bûye û axaftina xwe wiha qedand: ‘’Lewra daxwaz kirin ku jiber hejmara Şîeyan kêm dibe divê zêdetir ji Suneyan zarokên wan çêbibin.’‘
BasNews
Bu haber toplam: 1694 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:12:24:28
Bu gönderiye hiç yorum yapılmamış! İlk yorum yapan kişi olmak ister misin?
Nerina Azad
x