Li Îranê 21 girtiyên Kurd li ber sêdarê ne

Tevî ku di çend mehên borî de, sizayê çend çalakvanên siyasî û sivîl ên Kurd ji aliyê dadgehên Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye helveşandin an kêm kirin, lê li gor amarên navendên mafên mirovan 21 girtiyên Kurd ji ber tawana çalakiyên siyasî û ewleka.

09.01.2014, Per - 08:19

Li Îranê 21 girtiyên Kurd li ber sêdarê ne
Haberi Paylaş
Tevî ku di çend mehên borî de, sizayê çend çalakvanên siyasî û sivîl ên Kurd ji aliyê dadgehên Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye helveşandin an kêm kirin, lê li gor amarên navendên mafên mirovan 21 girtiyên Kurd ji ber tawana çalakiyên siyasî û ewlekariyê, bi darvekirinê re rû bi rûne.

Kampanya Piştîvaniya Girtiyên Siyasî û Sivîl di vê derbarê de bi belav kirina amaran nav û nasnameya wan girtiyan belav kiriye ku wiha ye:

’’1. Elî Ehmed Silêman 2. Reşîd Axkendî 3. Enwer ostemî 4. Saman Nesîm 5. Mistefa Selîmî 6. Simko Xurşîdî 7. Bextiyar Mêimarî 8. Hebîbulah Letîfî 9. Ebdula Serweriyan 10. Seyîd Samî Huseynî 11. Zanyar Muradî 12. Luqman Muradî 13. Huşeng Rizayî 14. Riza Melazade 15. Bêhrûz Alxanî 16. Arman Perwîzî 17. Sîrwan Nijawî 18. Îbrahîm Îsapûr 19. Mihemed Ebdulahî 20. Sabir Muxelîd Mawane 21. Seyîd Cemal Mihemedî’’.

Tê gotin ku awayê girtin, dadgeh kirin, daxwaza pêdeçûna dosyeya girtiyan ne dadperwer e û derveyî hiqûqê bûye û hukmê piraniya wan girtiyan hatiye erê kirin û her demê egera cîbicîh kirina hukmê wan heye.

Çend roj berê jî Serokê Dadgeha Şoreşa Parêzgeha Xuzistanê ragehandibû ku ji bo 30 kesan di vê parêzgehê de hukmê darve kirinê hatiye birîn û li benda cî bicîh kirina hukmê xwe ne.

Nerina Azad
Bu haber toplam: 1688 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:22:18:48
Bu gönderiye hiç yorum yapılmamış! İlk yorum yapan kişi olmak ister misin?
Nerina Azad
x