Kongreya ENKSê wê piştî Cenêv2 bê lidarxistin

Civîna Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku duh sibehê destpê kiribû, wê îro jî berdewam be.

07.12.2013, Cts - 08:36

Kongreya ENKSê wê piştî Cenêv2 bê lidarxistin
Haberi Paylaş
Civîna Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku duh sibehê destpê kiribû, wê îro jî berdewam be. Di civîna duh de çend biryar hatine standin.\

\

Peyamnêrê Rûdawê li cihê civînê li bajarê Qamişlo ragihand ku Civîna ENKSê bi tevlîbûna endamên herêma Cezîrê û bêy amadebûna endamên herêmên Kobanî û Efrînê hat lidarxistin.\

\

Li gor zanyariyên ku peyamnêrê Rûdawê dane, di civîna duh de her du belgenameyên siyasî û rêkxistinê yên taybet bi kongreya sêyemîn a ENKSê hatin amadekirin.\

\

Derbarê kongreya sêyemîn de ku biryar bû di 13ê vê mehê de bê lidarxistin, civînê biryar da ku kongreya ENKSê heta piştî kongreya Cenêv2 bê paşxistin û ji bo diyarkirina kongreya xwe, ENKSê wê di 10ê çileya sala bê de civînekê li dar bixe.\

\

Neteweyên Yekbûyî roja 22yê çileya sala 2014an wek diyarkiriye ji bo lidarxistina kongreya Cenêv2, lê heta niha nediyar e bê kongre wê di roja diyarkirî de bê lidarxistin an na.\

\

Di civînê ENKSê de herwiha biryar hat standin ku eger yek şanda opozîsyonê di Cenêv2 de beşdar bibe, wê demê ENKSê jî wê tevlî wê şandê biçe Cenêvê.\

\

ENKSê herwiha tekez kir ku divê hevpeymaniya opozîsyonê rêkeftina digel ENKSê de ya derbarê doza kurdî de têxe nav nêrîna xwe ya ku wê pêşkêşî kongreya Cenêv2 bike.\

\

Peymanêrê Rûdawê herwiha got ku civîn wê îro berdewam bibe û têde wê çarenivîsa Desteya Bilind a Kurd (DBK) bê gotûbêjkirin û helwesta dawî jî derbarê beşdariya hinek partiyên ENKSê di rêveberiya demî ya Rojavayê Kurdistanê de bê dayîn.\

\

Rêveberiya demî di 12ê meha borî de ji aliyê PYDê, 2 partiyên ENKSê û çend partiyên din hat ragihandin.\

\

ENKSê ku yek ji pêkhateyên hevpeymaniya opozîsyonê ye, ji 14 partiyên Kurd, gelek rêxistinên ciwanan û kesatiyên serbixwe pêk tê.\

Yekemîn kongreya ENKSê di 26/10/2011 de li bajarê Qamişlo hat lidarxistin.

Rudaw
Bu haber toplam: 1507 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:04:08:47
Bu gönderiye hiç yorum yapılmamış! İlk yorum yapan kişi olmak ister misin?
Nerina Azad
x