Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze tevlî Cenêv2 bibe

\nFelah Mistefa\n \n \nHewlêr (Rûdaw)- Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze ku tevlî kongreya Cenêv2 ya taybet bi çareserkirina krîza Sûriyê bibe ku tê çaverêkirin di 22ê çileya sala 2014an de bê lidarxistin. \n\n\nBerpirsê fermangeha têkiliyên derve y.

11.12.2013, Çar - 15:04

Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze tevlî Cenêv2 bibe
Haberi Paylaş

Felah Mistefa

Hewlêr (Rûdaw)- Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze ku tevlî kongreya Cenêv2 ya taybet bi çareserkirina krîza Sûriyê bibe ku tê çaverêkirin di 22ê çileya sala 2014an de bê lidarxistin.

Berpirsê fermangeha têkiliyên derve ya Hikûmeta Herêma kurdistanê Felah Mistefa ji Rûdawê re ragihand ku pêwîst e Herêma Kurdistanê weke aliyekî têkildar bi krîza Sûriyê re tevlî kongreya Cenêv2 bibe.

Felah Mistefa diyar kir ku bêtirî 250 hezar penaberên Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê ne û ji bo serkeftina kongreya çareseriya krîza Sûriyê, divê hemû aliyên têkildar tê de beşdar bibin”.

Mistefa herwiha got “Mixabin ew aliyên ku acendayên wan ên taybet li Rojavyê Kurdistanê hene li kongreya Cenêv beşdar dibin, lê Herêma Kurdistanê ya ku tenê siberojeke baştir ji bo gelên Sûriyê dixwaze divê reca bike heya ku beşdarî kongreya Cenêvê bike”.

Neteweyên Yekbûyî ragihandiye ku konreya Cenêv2 dê di 22yê çileya sala 2014an de bê lidarxistin û her yek ji hikûmet û opozîsyona Sûriyê jî gotine ku ewê tevlî kongreyê bibin.

Lê heta niha her du encûmenên kurdî (Encûmena Niştimanî ya Kurd û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê) li hev nekirine bê ewê bi hev re tevlî Cenêv2 bibin.

Rudaw
Bu haber toplam: 1920 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:03:18:20
Bu gönderiye hiç yorum yapılmamış! İlk yorum yapan kişi olmak ister misin?
Nerina Azad
x