Merasima cenazeyê Mandela 15’ê mehê ye

Hat ragehandin ku dê serokê efsanewî yê Efrîqaya Başûr Nelson Mandela 15’ê mehê bê veşartin.

08.12.2013, Paz - 07:21

Merasima cenazeyê Mandela 15’ê mehê ye
Haberi Paylaş
Hat ragehandin ku dê serokê efsanewî yê Efrîqaya Başûr Nelson Mandela 15’ê mehê bê veşartin. Serokê Dewleta Efrîqaya Başûr Jacob Zûma, got ku dê ji bo Mandela di 10’ê mehê de li Stadyûma Johannesburgê merasima bibîranînê bê lidarxistin û dê termê serokê efsanewî heta 15’ê kanûna pêşîn deynin katafalka avahiya hikûmetê ya li Pretoriayê.

Zûma diyar kir ku dê roja 8’ê kanûna pêşîn jî bibe ’roja tefekur û diayê ya navneteweyî’ û spasiya her kesê ku sersaxî da malbata Mandela kir.

Mandela bi têkoşîna xwe ya bi biryar ya li dijî birêvebiriya nijadperest ya ku wekî ’apertheîd’ tê binavkirin, mohra xwe li dîrokê xist. Peyva ’apertheîd’ ku ji zimanên efrîqî tê ji bo birêvebiriya kêmîneyên spî ya li ser reşikan ya li Dewleta Efrîqaya Başûr e ku di navbera salên 1948, 1990 û 1993’an dihat bikaranîn. Bingeha vê birêvebiriyê li ser nijadperestiyê hatibû avakirin.

Armanca rejîma ’apertheîd ew bû ku desthiladariya siyasî û aborî ya kêmîneyên spî yên ku bi eslê xwe ewropayî ne, biparêze. Peyva ’apertheîd’ ji ber wateya wê ber bi tu zimanê ve nehat wergerandin lê vê peyvê bi awayekî fermî û eşkere di madeyên qanûnan de cî girt û hat tetbîqkirin.

Piştî ku Partiya Neteweyî di sala 1948’an de birêvebirî bi dest xist rejîma ’apertheîd’ bi awayekî fermî hat îlankirin û gel li gor nijadên wan wekî reşik, spî, asyayî (hindistanî û pakistanî) dabeş kirin.

Li gor qanûnên ku rejîmê derxistin, reşik şandin herêmên diyarkirî û mafê dengdayîna wan hat astengkirin. Di heman demê de perwerde û xizmatên tenduristiyê yên ku dihatin dayîn jî ji bo reşik û spiyan cuda bû. Li gor spiyan xizmetên nebaş dan reşikan.

Nerina Azad
Bu haber toplam: 1529 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:08:15:09
Bu gönderiye hiç yorum yapılmamış! İlk yorum yapan kişi olmak ister misin?
Nerina Azad
x