Li Silêmaniyê şîniya Mandela hat danîn

Li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê, şîniya serokê efsanewî yê Efrîqaya Başûr û dostê gelê Kurd Nelson Mandela hat danîn.

08.12.2013, Paz - 16:57

Li Silêmaniyê şîniya Mandela hat danîn
Haberi Paylaş
Li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê, şîniya serokê efsanewî yê Efrîqaya Başûr û dostê gelê Kurd Nelson Mandela hat danîn.

Mandela di 5’ê mijdarê de li paytexta Efrîqaya Başûr li Johannesburgê jiyana xwe ji dest da. Wefata Mandela dilgiraniyek mezin xiste nava azadîxwaz û aştîxwazên dinyayê.

Li Başûrê Kurdistanê jî wek wefadariyekê ji bo xebat û têkoşîna Mandela, Komkara Zîndaniyên Siyasî ya Herêma Kurdistanê şîniyek ji bo wî danî.

Di şîniyê de ku li “Dêra Mar Yûsif” hat danîn, hejmarek berpirsên hikûmî, hizbî, hevwelatî û kesatiyên bajarê Silêmaniyê amade bûn.

Serokê Komkara Zîndaniyên Siyasî ya Herêma Kurdistanê Ehmed Mam Resûl derbarê vê mijarê de ji BasNewsê re got: “Me wek erkekî bi pêwîst zanî ku merasîmekê bi helkefta koça dawî ya yek ji serokên herî diyar ên cîhanê li dar bixin ku zêdeyî 27 salan ji ber têkoşîna li dijî nejadperestiyê û herwiha ji bo azadiyê di zindanê de mabû”.

Resûl wiha axifî: “Mixabin Mandela malavayî li jiyanê kir, lê bergirî û helwestên wî dê hertim di wîjdana gelê Kurd de zindî bimînin”.

(BasNews)

BasNews
Bu haber toplam: 1614 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:03:22:08
Bu gönderiye hiç yorum yapılmamış! İlk yorum yapan kişi olmak ister misin?
Nerina Azad
x