Gelo xeyale ?

Dema ez tevlê tekoşîna rizgarîya neteweyî bûm , min ji dê û bavê xwera got \"welatê me Kurdistan bin deste, em diçin rizgar bikin û emê hevdû li Kurdistana delal bibinin\" .<br><br>Di vê nivis’ da dixwazim li ser hesret û hêvî.

22.01.2014, Çar - 18:36

Gelo xeyale ?
Haberi PaylaÅŸ
Dema ez tevlê tekoşîna rizgarîya neteweyî bûm , min ji dê û bavê xwera got \"welatê me Kurdistan bin deste, em diçin rizgar bikin û emê hevdû li Kurdistana delal bibinin\" .

Di vê nivis’ da dixwazim li ser hesret û hêvîya her Kurde ke welatparêz û welat xaz rawastim .

Di demên dawîda, gelek gûftuguh pêşdikevin ,li ser pêwîstî bi demazirandina dewleteke Kurdî heye ango na ? ev mijara nîqaşê di navbera her demekî û dîda bi nerînên cuda hat şirovekirin.

Hinek kes, pêwîstî bi dewleteke Kurdî nabinin ,dibêjin ev nerîn waxta xwe derbazkiriye , dema avakirina dewletên netewayî xelasbûye û ev têgeh di sed sala bîstan‘da maye.

Gelek kesên dî, hebûna dewleteke Kurdî pêwîst dibînên û dibêjin hewce heye ku nasnama Kurdan hîna zêdetir derkeve holê û Kurd bi fermî bibin xwedî maf di zagonên nav netewayî’da . ji xwe biryara netewên yekbûyi jî heye ku\" her miletek bikarbe mafê çarenosê xwe tâyîn bike\" .

Bê guman mesela Kurd û Kurdistan ,pirseke giringe hemû gelê Kurd ji nêzik û durwa âlaqader dike , lazima her miroveke Kurd li ser vê erdê jîyan dike li mafên xweyî netewayî bipirse û jîyan bike , hîna zêdetir nîqaş bike û xwedî biryar be . Ez bi xwe li gel vê nerinê me. Jiber weke her miletekî emjî xwedî milet û erdên , zimanê me yê zikmakî heye, dîrok û çanda me dewlemende , helbestê me yê netewayî heye )Ey raqip( ala Kurdistan heye. Her waha teqwimâ me yê Kurdî heye û Kurdistana me xwedî sroşteke xweşike û dewlemende , navê welatê mejî Kurdistane .

Bi rastî her tişteke me heye , çiyê me kîme ? hemû derfetên kû mileteke bike dewlet heye . Gelo em dînbûnên ,mafên di destên meda em lê xwedî dernekevên ?

Gelê Kurd: heyanî îroj êş û kederên mezin jîyandike , kom kujîya li ser Kurdan çêbûye lazime qet neyê jibîrkirin , wexta mirov li Yahudîyan dinhêre, dibine çiqase mileteke zindî û xwedî zakireke xurte , ne haqîyê li ser wan hatîye kirin qet jibîrnekirine , \"êş û hirsê wan ew birin berva awakirına dewleteke Yahudî\".

Jiber gelê Kurd hîna zêdetir perçe nebin, bedelên bê wate nedin , puslê Kurdan gereke zelal û dîyar be . Waxta hinek kes dibêjin dewlet jibo Kurdan pêwîst nîne , wê wextê şuna vê valatîyê bi çi ewê bê dagirtin ? !

Raste ; sed sala 21 , sed sala demoqrasîya hemdemîye jibo gelan , lê ev rewş jibo gelekî wek gelê Kurd bi nakoke , Kurd hîna perçe û bin destê mitingerin dîktetor’da dimînên , ancaq têgeh û modêla demoqrasîyê li gor daxazîya wan dewletan şekîl bigire , îroj Rojavayê Kurdistan minekeke li ber çave, hemû derfetên dewletbûnê di destê Kurdan’da heye , lê ji ber mijîyê sîyasetmedarin Kurd zelal û dîyar nine, didilî dı navbera nerîn û piratîkên xweda jîyan dikin .

jiber vê yekê Kurd pêwiste qonağa hestê dewleteki bi fillî û fermî jîyan bike , şekîl û keseyeteke kurdistanî qezenjbike . Demokrasi û awakirina dewleteke demokratik herhal jibo Kurdan ji şer û şoreş zahmettir nine.

Li vêderê stratejîyek hevbeş jibo Kurda giringe ,cihê û mercê wê kongera netewayî ye , biryara hebûna Kurdan anjî tinebûnê wan pêwîste liwir bê dayîn . Ti kesayet anjî serokê partîyeke kurd nikarê bi serê xwe vê biryarê bide. Rolê mezin dikeve li ser milê hemû kurdan ku şîyarbin, wê hêvî û xayala xweş bikin rastî .

hêvidîkim encama tekoşîna salan , bibe qismet jibo her Kurdek di welatê xweda jîyan bike .
Nerina Azad
Bu haber toplam: 10242 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:11:36:30
Bu gönderiye hiç yorum yapılmamış! İlk yorum yapan kişi olmak ister misin?
Nerina Azad
x