YNKê dixwaze Hikûmet piştgiriya kantonên Rojava bike

Encûmena navendî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku piştgiriya xweseriya demokratîk a ku li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê PYDê û çend partiyên din ve hatiye ragihandin bike.<br><br>Encûmen.

11.02.2014, Sal - 07:16

YNKê dixwaze Hikûmet piştgiriya kantonên Rojava bike
Haberi Paylaş
Encûmena navendî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku piştgiriya xweseriya demokratîk a ku li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê PYDê û çend partiyên din ve hatiye ragihandin bike.

Encûmena Navendî ya YNKê di daxuyaniyekî de piştgiriya xwe da her sê kantonên xweseriya demokratîk li Rojavayê Kurdistanê û got ku berî her tiştî pêwîstiya wê rêveberiya li Rojavayê Kurdistanê bi piştgiriya Herêma Kurdistanê heye û divê hikûmet û hêzên siyasî piştgiriyê wê bikin.

Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: “Em hêvîdarin ev gava girîng, demokratî û dîrokî bibe mînakeke demokrasiyê ji bo hemû netewe, ol û aliyên din ên Sûriyê. Her wiha em piştgiriyekî temam didin xebata rewa ya gelê Kurd a li Rojavayê Kurdistanê”.

Di dawiya meha borî de her sê kantonên Cezîre, Kobanî û Efrînê li Rojavayê Kurdistanê hatin ragihandin.

Li her sê kantonan hikûmet û encûmenên yasdanînê (parlamento) hatine avakirin.

Di nava her sê kanotonan de ku PYDê serkêşiya wan dike, çend partiyên Kurd, Ereb û Suryanî û kesatiyên serbixwe jî hene.

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku ji 12 partî û çend rêxistinên ciwanan û kesatiyên serbixwe pêk tê tevlî wan kantonan nebûye û gotiye “PYDê bi alîkariya çend partiyên ji xwe ve nêzîk û bêy ENKSê ew rêveberî ava kirine”.
Nerina Azad
Bu haber toplam: 1748 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:22:13:19
Bu gönderiye hiç yorum yapılmamış! İlk yorum yapan kişi olmak ister misin?
Nerina Azad
x