Xwepêşandan li ber sefareta Rûsya û Amerîka li Kopenhagê

Piştî Yekemîn Şerê Cihanê dewletên mezin wê demê hemû soz û peymanên ku dabûn gelê kurd ji bîr kiribûn û pişta xwe dabûn kurdan.

14.01.2014, Sal - 15:02

Xwepêşandan li ber sefareta Rûsya û Amerîka li Kopenhagê
Haberi Paylaş
Piştî Yekemîn Şerê Cihanê dewletên mezin wê demê hemû soz û peymanên ku dabûn gelê kurd ji bîr kiribûn û pişta xwe dabûn kurdan. Bi ser da jî welatê kurdan, Kurdistan, di nava 4 dewletên dagirker de perçe kiribûn û gelê kurd jî heta roja îro bû/bûbû qurbanê vê sîyaseta wan a qirêj. Ji ber wê yekê jî bi dehên salan hebûn û nasnameya gelê kurd hat înkar kirin û ji hemû mafên netewî, mirovî û hemwelatî hatin piştguhxistin. Bi sedhezaran kurd hatin şehîd kirin, bi milyonan hatin nefî kirin û bi hezaran jî cih û warên wan hatin şewitandin û wêran kirin.

Piştî wê derfeta dîrokî ku piştî Şerê Xelîcê di sala 1991’an de û xasima jî piştî rûxandina rejima Saddam a dîktetor di sala 2003’an de rûdayî, gelê kurd li Başûrê Kurdistanê destkeftîyên mezin bidest ve anîn û rewşa li wî beşê Kurdistanê her ku diçû ber bi pêş ve çû û gelê kurd bêtir ket nava aramî û azadîyê. Başûrê Kurdistanê îro herêma herî aram, pêşketî û xwedî demokrasîyeke bi nav û denge di Rojhilata Navîn de.

Piştî ku şerê navxwe li Sûrîyê dest pê kir, derfeteke din a dîrokî peyda bûye, xasima jî ji bo gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê. Ji bo ku dîrok dîsan xwe dubare nekê û ew rewşa piştî Yekemîn Şerê Çihanê gelê kurd ji maf û doza wî a rewa bê par nehêlê , dewletên mezin kurdan ji bîr nekin, xasima jî kurdên li Rojavayê Kurdistanê, gelê kurd bir her awayî ketîye nav hewldan û dayin û standinan. Heger ku kurd vê derfetê baş bikar bînin û hêz û qeweta xwe bikin yek û bi yek dengî û bi yek helwestê rabin ser xwe, şik tê de nine ku wê pêşkeftinên mezin bidest bêxin.

Bi vê munsebetê duh (10.01.2014) li paytexta Danîmark, li bajarê Kopenhagê lijneya Encûmena Nîstimanî a Kurd li Sûrîyê (ENKS), ji bo ku maf û doza gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê neyê piştguhkirin û wek mijare sereke di konferansa Cenêv 2 de bê destgirtin, li ber sefareta Rûsya û Amerîka xwepêsandanek li dar xist.

Xwepêşandanê di seat 14.00’an de li ber sefareta Rûsya dest pê kir û piştî qederekê û radestkirina nameye ENKS’ê ji bo sefaretê, xwepêşandanê ber bi sefareta Amerîka ve bi rê ket. Li ber sefareta Amerîka jî xwepêşandanê di bin baraneke dijwar de û bi şîarên kurdî û îngilîzî berdewam kir. Gava ku lijneya amedekarîya Xwepêşandanê xwest nameya xwe radestî sefareta Amerîka jî bikê, seferatê daxwaza kurdan bi paşde vegerandibû û nexwestibû nameyê werbigirê. Wek sedem jî ji polîsan re gotibûn ku hemû sefaretên Amerîka li Cihanê ev ji xwe re kirine weke prînsîb ku ew ji ber sedemên emnî ne nameyan werdigirin û ne jî cîvînên rasterast qebul dikin. Lê gotibûn ENKS dikarê nameya xwe bi rêya e-maîlê ji wan re bişînê. Piştî vê yekê xwepêşandanê di seat 15.30’an de bi sirûda netewî ”Ey Reqîb” bi dawî bû.

Îro jî lijeneya xwepêşandanê ragihand ku wan nameya ENKS bi rêya ê-maîlê ji sefareta Amerîka re şandîye.

Hêjayî gotinêye ku plan tê kirin ku di roja 22.01.2014’an de konferanseke aşîtîyê li ser rewşa Sûrîyê, ku wek konferanse Cenêv 2 tê binav kirin, bê li dar xistin.

Yilmaz Yildiz / Kopenhag
Nerina Azad
Bu haber toplam: 1859 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:00:24:28
Bu gönderiye hiç yorum yapılmamış! İlk yorum yapan kişi olmak ister misin?
Nerina Azad
x