Nêçîrvan Barzanî û Erdogan îro dicivin

Îro Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî digihe Tikriyê û li bajarê Konye digel Serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan dicive.

17 Aralık 2013 - 06:11
17 Aralık 2013 - 06:11
 0
Nêçîrvan Barzanî û Erdogan îro dicivin
Îro Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî digihe Tikriyê û li bajarê Konye digel Serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan dicive.

Li gor daxuyaniya Serokwezîrtiya Tirkiyê, îro dê her yek ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Parlamentoya Iraqê Usame Nucêfî û Serokwezîrê Libnanê Necîb Mîqatî serdana Tirkiyê bikin.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Erdogan dê bi hevaltiya Barzanî, Nucêfî û Mîqatî li bajarê Koniye tevlî merasîma “Mewlana Romî” ku dê di çarçoveya wê de çend porje bêne vekirin.

Her li gor daxuyaniyê, Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan û Serokwezîr Barzanî dê bi saet 6.30 êvarê bi dema Hewlêrê li otela Dedeman li bajarê Konye bicivin.