Nêçîrvan Barzanî diçe Silêmaniyê

Bi mebesta gotûbêjkirina pirsa avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ku ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo avakirina hikûmeta nû hatiye erkedarkirin, dê îro bi serokatiya şandeke PDKê biçe bajarê Silêmaniyê.<.

05.02.2014, Çar - 07:34

 Nêçîrvan Barzanî diçe Silêmaniyê
Haberi Paylaş
Bi mebesta gotûbêjkirina pirsa avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ku ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo avakirina hikûmeta nû hatiye erkedarkirin, dê îro bi serokatiya şandeke PDKê biçe bajarê Silêmaniyê.

Li gor çavkaniya zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, biryar Nêçîrvan Barzanî pirsa yekalîkirina postên hikûmeta nû ligel berpirsên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Gorran gotûbêj bike.

Serdana Nêçîrvan Barzanî bi mebesta yekalîkirina pirsa avakirina hikûmeta nû ye û li gor zanyariyên Rûdawê dê ligel Berpirsê Giştî yê Tevgera Gorranê Newşîrwan Mistefa û berpirsên bilind ên YNKê bicive.

Rudaw
Bu haber toplam: 1742 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:21:11:20
Bu gönderiye hiç yorum yapılmamış! İlk yorum yapan kişi olmak ister misin?
Nerina Azad
x