Mesut Barzani'den yeni yıl mesajı

Bi helkefta dawî hatina sala 2013 û destpêka sala nû ya zayînî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyameke nivîskî ya pîrozbahiyê weşand û got: “Germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemwelatiyên delal û hemû çîn û aliyên siyasî û bi taybetî jî xweş.

31.12.2013, Sal - 12:10

Mesut Barzani'den yeni yıl mesajı
Haberi Paylaş
Bi helkefta dawî hatina sala 2013 û destpêka sala nû ya zayînî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyameke nivîskî ya pîrozbahiyê weşand û got: “Germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemwelatiyên delal û hemû çîn û aliyên siyasî û bi taybetî jî xweşk û birayên Xirîstiyan ên Kurdistan û Iraqê dikim.”

Mesûd Barzanî di peyama xwe de wiha dibêje: “Hêvîdar im sala 2014 a zayînî li welatê me bibe sala bihêzkirina bingehên aştî û pêkvejiyan û lêborînê û bibe sala geşbûna aborî û xizmetguzariyên zêdetir ya xelkê û aramiyê li Herêma Kurdistanê.”

Serok Barzanî bal kişand ser hewlên pêkanîna hikûmetê li Herêma Kurdistanê û wiha axifî: “Niha ku aliyên siyasî mijulî gotûbêjên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Kurdistanê ne daxwazê ji hemû aliyên siyasî dikim di pêkanîna hikûmetê da xizmetkirina hemwelatiyan û berjewendiya neteweyî di ser hemû tiştekî re bigirin. Evna derfeteke başe hemû aliyek hewl bidin li gor bernameyekî rêkupêk û zelal rûbirûyê gendelî û wan hemû kêmasiyan bibin ku li ber pêşketina welatê me de bûne asteng. Her wiha hukim û destê bilindê yasa qayîmtir bibe ku ber bi sazhibûna dam û dezgehan ve gav bên avêtin”.

Baraznî got: “Pêwîste di sala bê da kar li ser babeteke gelek girîng bê kirin ew jî nêzîkbûna tevahiya gel û desthilat û bihêzbûna baweriya di navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ku bi hêztirîn çekin ji bo welatê me û misogerkirina mafên neteweyî û demokratik ên me bibin bingehê paşarojeke geş.”

Serok Barzanî wiha dibêje: “Bi vê helkeftê pêwîst dibînim ku pîrozbahiyên sala nû ya zayînî li xuşk û birayên me yên li beşên din ên Kurdistanê û revenda Kurdî li welatên derve bikim. Hêvîdar im sala 2014 an ku di heman demê de pênç sed saliya şerê Çaldiran û dabeşbûna axa Kurdistanê ye, destpêka vegerana rûmet û maf û axê be ji bo gelê Kurd û doza rewaya gelê me pêşketinên zêdetir bi xwe re bibînê û dawî bi êş û janên xwîşk û birayên me yên li Rojavayê Kurdistanê bê û gelê Kurd li wê beşa Kurdistanê bi mafên xwe şad bibê.”

Di dawiya peyama xwe de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî got: “Bi wê hêviya di sala 2014’ê de aştî û pêkvejiyan û pêşketin li hemû cîhanê da pêş bikeve û êdî xelk ji dest şer û koçberî û hejarî û nexweşî nenalênin.”

Nerina Azad
Bu haber toplam: 1963 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:07:57:35
Bu gönderiye hiç yorum yapılmamış! İlk yorum yapan kişi olmak ister misin?
Nerina Azad
x