Xweza di cil û bergên Kurdên Bakurê Xorasanê de

Li Bakurê Xorasanê cil û berg ku wek 'Çek' tên naskirin, gelek balkêş û rengîn in.

20.01.2014, Pts - 09:02

Xweza di cil û bergên Kurdên Bakurê Xorasanê de
Haberi Paylaş
Li Bakurê Xorasanê cil û berg ku wek 'Çek' tên naskirin, gelek balkêş û rengîn in. Yek ji wan taybetmendiyan reng û sembolê wan in ku heta niha lêkolîn li ser nehatine kirin. Piraniya rengên ku li Xarosanê tên bikaranîn rengên vekirî ne û bi xweza û jiyana Kurdan wê deverê ve girêdayî ne.

Li nav jinên Kurmanc rengên sor, kesk, zer û spî 4 rengên ku herî zêde cil û berg ji wan tên çêkirin. Herwiha li nav mêr û zilaman jî rengên sor û spî zêdetir tên bikaranîn. Hejayî gotinê ye ev rengên han di nav Kurdên Êzdî de jî gelek gerîng û hez ji wan tê kirin.

Jinên Kurd ên Xorasanê bi karên hunandin, şehkirin û boyaxkirinê cil û bergên xwe bi destan çêdikin. Cil û bergên li nav wan ji 5 şêwazan pêk tên:

Şîlwar an Şelîte: Ew dameneke ku cinsê wê ji Mexmele (nerm) û reng jî zêdetir sor û zer û narencî ye. Ji bo dirûna vê damenê nîzêka 10-12 mêtre qumaş pêwist e. Ji bo xemilandin û xweşikkirinê gelek qermîçonk jêre divên û ji vêna re dibêjin çîndar dema şelîte tê qermiçandin. Dirêjahiya Şilwar ne zêde ye û heta jêr çokê tê. Herwiha Şilwarê Kurmancî, li ser delingê bi destan nexş tên çêkirin û jêre dibên moxel.

Kiras: Xwediyê bestikeke berfireh e. Kiras bi heman rengî tê çêkirin û qûmaşê wê zêdetir guldar e. Ne zêde dirêj e û dirêjahiya kiras heta jêr zik tê. Li dora kiras û hucik bi neqşên ku bi dest tên çêkirin tên xemilandin.

Kinc an Cêlîqe: Li ser kiras tê li xwe kirin. Rengê cêlîqe zêdetir sor e û cinsê wê ji Mexmel û Têrme (navê hinek qumaşan) ye. Herwiha, cêlîqe bi gelek pulên simî tê xemilandin. Taybetiyeke cêlîqe ew e ku, bi pulên xwe yên lêkirî dengekî rîtmîk derdixe û pulên ser wan zêdetir ji sîmin in û pê ve tên dirûtin.

Roserî: Li Bakurê Xorasanê ji roserî re dibêjin ‘Kevn’ wate kefî. Kevn qumaşekî sipî ye û ji cinsê Herîr tê dirûtin, herwiha jêre dibêjin Herîrê Pertawûsî. Ji ber li ser kevnê pirtikên Tawûs hene. Ji bo pêkanîna kevn yek metre û nîv qumaş pêwist e. Kurdên Xorasan bi ser kevnê da roseriyeke din jî li ser eniya xwe girê diden û jêre tê goin Destmala Heftreng.

Sul:
Sul-sol-pêlav li nav Kurmancên wê navçeyê wek Çarox tê naskirin û ji çerm an ji têmanc (cermê ajel) e. Rengê çaroxê qehweyî ye û dora wan bi nexê Hevrîşimê tê dirûtin. Çarox navê solekê ye ku heta çend sal berê li nav Kurmancên Bakurê Kurdistanê jî hebû û wiha dîyar e ku Kurmancan ew sol û awayê dirûstkirina wê ji Kurdistanê bi xwe re birine Xorasanê.

Hêhayê gotinê ye jinên Kurd ên Xorasanê gelekî ji pul û cewheran hez dikin. Wan cewherên ji zêr û sîm û eqîq li ser guh, sing, enî û destên xwe dideynin, an jî bi cil û bergên xwe ve didirûn û wan di xemilinîn.
Nerina Azad
Bu haber toplam: 4043 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:08:12:23
Bu gönderiye hiç yorum yapılmamış! İlk yorum yapan kişi olmak ister misin?
Nerina Azad
x