Nivîskarê Kurd Wecdî Hatemî jiyana xwe jidest da

Nivîskarê Kurd û di heman demê de Rêvebirê giştî yê Enstituya Çand û Wêjeyê ya Ehmedê Xanî Wecdî Hatemî li Urmiyê jiyana xwe jidest da.

26.12.2013, Per - 08:06

Nivîskarê Kurd Wecdî Hatemî jiyana xwe jidest da
Haberi Paylaş
Nivîskarê Kurd û di heman demê de Rêvebirê giştî yê Enstituya Çand û Wêjeyê ya Ehmedê Xanî Wecdî Hatemî li Urmiyê jiyana xwe jidest da.

Nivîskarê Kurd Wecdî Hatemî bi kar û xizmetên xwe yên Kurdewarî û xebatkarê wêje û çanda Kurdî dihate nasîn. Wecdî Hatemî di nava hel û mercên sext û dijwar de bi karên Kurdewarî ve radibû. Nivîskarê Kurd di encama nexweşiyê de li Rojhilatê Kurdistan bajarê Urmiyê jiyana xwe ji dest da.

Ji bo koçkirina nivîskarê Kurd PEN a Kurd jî daxwuyaniyek da û ji bo malbata Nivîskarê Kurd û gelê Kurd sersaxî xwest.

Ragihandina PEN a Kurd bi boneya koça dawî ya Nivîskarê Kurd Wecdî Hatemî

JI RAYA GIŞTÎ RE

Dîsa rewşenbîriya Kurdî swarek ji dest da; Mixabin îro li bajarê Urmiyê, li rojhilatê Kurdistanê nuçeya mirina endazyarê Kurd WECDÎ HATEMÎ gehişt me. Ew kesekî dilsoz u xizmetkarê çand û zimanê Kurdî bû. Kesê yekê bû ku tevî hebûna sedan pirsgirêk û astengîyên ku dewleta Îranê li ser rêya xebata wan çêdikirin, karî “Navenda Ehmedê Xanî” li bajarê Urmiyê veke. Di wê navendê de sedan ciwanên Kurd hînî zimanê xwe yê zikmakî bûn, bêtir çand û dîroka xwe nas kirin û ramanên wan yên welatheziyê zêdetir bûn. Daxbariya bêsinor a hemwelatiyên me û bi taybetî jî çîna rewşenbîr û xwendevanên herêmê vê rastiyê dizanin ku nemir Hatemî kesekî dûrbîn, zana û evîna wî ya ji bo zindîkirina ziman û çanda Kurdan bêdawî bûye. Em wek Komîteya Birêveber a Navenda Pena Kurd bi xemeke giran sersaxiyê ji malbat, dost û hemû xelkê Kurdistanê dixwazin. Daxwaza me ewe ku rêbaza kesên wiha xêrxwaz û hêja ji hêla çîna rewşenbîr li Kurdistanê bi giştî û li bajarê Urmiyê bi taybetî, berdewam be. Ruha wî şad, canê wî pîroz u navê wî zindî bimîne. Bila serê gel sax be.

Komîteya Birêveber a Giştî

Navenda Pena Kurd

26.12.2013

Nerina Azad
Bu haber toplam: 2421 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:23:44:09
Bu gönderiye hiç yorum yapılmamış! İlk yorum yapan kişi olmak ister misin?
Nerina Azad
x