Dadgeha Urmiyê welatiyek Kurd bi îdamê mehkûm kir

Ajansa Kurdpa.

05.02.2014, Çar - 07:38

Dadgeha Urmiyê welatiyek Kurd bi îdamê mehkûm kir
Haberi Paylaş
Ajansa Kurdpa.net ragihand ku Kerem Keleşî welatiyê Kurd ji xelkê bajarê Urmiyê bi tawana kirîn û firotina narkozan hatibû girtin, ji aliyê dadgeha wê bajarê ve hukmê bidarvekirinê jêre hatiye birîn.

Li gor nûçeyê Kerem Keleşî, 45 salî runiştiyê taxa Sipaha şarê Urmiyê, ku bi gotina çavkaniyek agahdar, li rojên borî de li sedem plana hêzên ewlehiyê de, hukmê bi bidarvekirinê jêre birîn.

Çavkaniya vê nûçeyê aşkere kir ku; “ajanên ewlehiyê, ku bi dom li rewşa kirîn û firotina narkozan de ne û li demek ku 6 Kg narkoz bi vî welatiyî dabûn ji wan re biraguhoze, lê ji aliyê hêzên intizamî de hate girtin.”

Çavkaniya nûçê ew ji got; “hêzên ewlehiyê, wan narkozan ku li ciyên din yê Îranê de zewt dikin, bi rewşek pilan darêtî li herêmên Kurdistanî bi taybetî li nava ciwanan de belav dikin.”

Tê gotin; Kerem Keleşî xwedê jin û babê 6 zarokane, ku ji aliyê wan hêzan de bi pêşniyar kirîna dirafik zaf ji rê derxistine.
www.Dengeazad.com
Nerina Azad
Bu haber toplam: 1995 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:02:33:24
Bu gönderiye hiç yorum yapılmamış! İlk yorum yapan kişi olmak ister misin?
Nerina Azad
x