Rêveberiya Xweseriya “Kantona Efrînê” îro tê ragihandin

Piştî ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a “Kantona Cizîrê” û “Kantona Kobanî”ji aliyê PYDê û partiyên hevalbendên wê ve, biryar e îro (29.

29.01.2014, Çar - 07:07

Rêveberiya Xweseriya “Kantona Efrînê” îro tê ragihandin
Haberi Paylaş
Piştî ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a “Kantona Cizîrê” û “Kantona Kobanî”ji aliyê PYDê û partiyên hevalbendên wê ve, biryar e îro (29.01.2014) Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya Kantona Efrînê jî bê ragihandin.

Çavlirê ye ku Rêveberiya Xweserî ya Efrînê jî, mîna Kantona Cizîrê û Kantona Kobanî, dê ji Serokê encûmena cîbicîkar, du cîgirên wî û 22 desteyan (Wezaretan) pêk bê.

Rêveberiyên xweserî yên ku PYDê li her sê Herêmên sereke yên Rojavayê Kurdistanê radighîne, van herêman weke sê Kantonên cuda ji hev başqe dike û ti nasnava kurdî yan jî kurdistanî li wan nake.

Civînên encûmenaên danîna yasayan a rêveberiya demî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), roja 21.01.2014 li bajarê Amûdê û roja 27.01.2014 li bajarê Kobanî, encûmenên cîbicîkar ên kantona Cezîrê û Kantona Kobaniyê ragihandibûn.

Rêveberiya Demî di 12/11/2013 de ji aliyê PYDê û çend partiyên din ên Kurd, Ereb û Xristyan û bêyî Encûmena Niştimanî Ya Kurd, ku ji 14 partiyan pêk tê, hat ragihandin.
Nerina Azad
Bu haber toplam: 2510 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:06:42:43
Bu gönderiye hiç yorum yapılmamış! İlk yorum yapan kişi olmak ister misin?
Nerina Azad
x