Îro salvegera Serhildana Qamişlo ye

12’ê Adara sala 2014’ê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, hêzên rejîma Sûriyê bi guleyan êrîşî dehan hezar xwepêşander kirin û di encam de bi dehê kesan canê xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn.\n\nRoja 11’ê Adarê, hêzên rejîma Sûri.

12.03.2014, Çar - 17:18

Îro salvegera Serhildana  Qamişlo ye
Haberi Paylaş
12’ê Adara sala 2014’ê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, hêzên rejîma Sûriyê bi guleyan êrîşî dehan hezar xwepêşander kirin û di encam de bi dehê kesan canê xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn.

Roja 11’ê Adarê, hêzên rejîma Sûriyê çend kesên Kurd bi guleyan kuştin û roja 12’ê Adarê li bajarê Qamişlo serhildanek bi derketina sed hezaran kes li dijî kuştina Kurdan ji aliyê hêzên rejîma Sûriyê ve dest pê kir û piştre çirûska serhildanê li hemû bajar û bajarokê Rojavayê Kurdistaê pêket, herwiha li cihê mayîna Kurdan jî li bajarên mezîn wek paytexta Sûriyê Şamê û Helebe bi deh hezaran xwepêşander rijiyan ser cadeyan, ji bo şermezarkirina kuştina Kurdan ji aliyê hêzên rejîmê ve.

Lê serhildana 12’ê Adarê, ku bi navên din wek Serhildana Qamişlo û Serhildana Rojavayê Kurdistanê tê naskirin, tenê yek hefteyê berdewam kir, ji ber bikaranîna çekan ji aliyê hêzên rejîmê ve zêdeyî 36 kesan canê xwe ji dest dan û di nav de jin û zarok jî hebûn. Herwiha bi sedan kes jî birîndar bûn.

Di çarçoveya wê hefteyê de jî hêzên ewlekariyê yên rejîmê bi hezaran Kurd girtin û hinek bi mehan û hin jî bi salan di zindanên rejîmê de man û rastî îşkenceyê hatin. Di wê serhildanê de gelê Kurd daxwaza mafên xwe û herwiha lêpirsîna kesên ku bûne sedema kuştina Kurdan kirin. Lê belê heta niha rejîma Sûriyê derbarê vê yekê de tu gav neavêtine.

Ji wê rojê ve û heta niha, gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi çalakiyên cur bi cur serhildana 12’ê Adarê û kesên ku di encam de canê xwe ji dest dan, bi bîr tînin. Herwiha piştî destpêkirina şoreşa Sûriyê di roja 15’ê Adara sala 2011’an de, gelek ji hêzên mixalefetê di belgeyên xwe de ragehandin ku serhildana 12’ê Adarê çirûska yekem a şoreşa Sûriyê bû.

Li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê, bi helkefta 10’emîn salvegera serhildana 12’ê Adarê, li ser daxwaza şaxê Kobanî yê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê, hevwelatiyan 5 deqîqeyan li ser cadeyên serekî û li ber malan bê deng rawestiyan.

Li bajarê Efrînê jî, hevrêzên xortan mîtîngek lidar xistin ku tê de hrejamrek ji hevwelatiyan ji b heyama 5 deqîqeyan bêdeng rawestiyan û devê dikan û bazaran girtin wek rêzgirtinekê li vê bîranînê, lê ji aliyê din ve Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) piştî yek deqîqe rawestan dest bi xwepêşandanekê li nava bajarê Efrînê kirin.

Lê li bajarê Qamişlo, berovajî Kobanî û Efrînê, bi hezaran hevwelatî daketin cadeyan him ji bo veşartina termê wan her 8 kesên ku di teqîna doh (11.03.2014) de li bajarê Qamişlo hatin kuştin û him ji bo bîranîna 10’emîn salvegera serhildana 12’ê Adarê, ku tê de xwepêşanderan sologanêna wek “Îro serhildana Qamişlo ya duyem e”, avêtin

Nerina Azad
Bu haber toplam: 3301 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:08:59:48
Bu gönderiye hiç yorum yapılmamış! İlk yorum yapan kişi olmak ister misin?
Nerina Azad
x