Di teqîna Qamişlo de zêdetirî 10 kesan hatine kuştin

Îro nîvro teîqneke bi hêz bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê hejand û di encamde zêdetirî 10 kesan hatin kuştin û nêzîkî 20 kesan jî birîndar bûn.

06.12.2013, Cum - 14:14

Di teqîna Qamişlo de zêdetirî 10 kesan hatine kuştin
Haberi Paylaş
Îro nîvro teîqneke bi hêz bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê hejand û di encamde zêdetirî 10 kesan hatin kuştin û nêzîkî 20 kesan jî birîndar bûn. Piştî teqînê hêzên ewlekariyê û asayişa PYDê rêyên ku diçine cihê teqînê girtin.

Peyamnêrê Rûdawê li Qamişlo ragihand ku îro nîvro otombêleke bomberêj li ber navenda sereke ya “Artêşa Bergiriya Niştimanî” ku bi şebîheyên rejîmê tê naskirin, li taxa Tey ya erebnişîn teqiya.

Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku rêya ji bazara Qamişlo diçe taxa Tey ji aliyê hêzên ewlekariya rejîmê û xala kontrolê ya asayişa PYDê li ser Dewara Wihdê li nêzîkî teqînê ve hatiye girtin.

Her li gor zanyariyên ku peyamnêrê Rûdawê dane, di encama teqînê de bi kêmanî 10 kes hatine kuştin û di nav wan de zarokek heye û herwiha nêzîkî 20 kesan birîndar bûne. Herwiha navenda şebîhe ku bi xwe dibistanek bû, bi temamî hatiye têkdan.

Peyamnêrê Rûdawê aşkere kir birîndarên teqînê di bi alîkariya asayişa PYDê û di bin parastina wan de bo nexweşxaneyên bajêr hatine veguhastin.

“Artêşa Bergiriya Niştimanî” ji aliyê şêxê eşîreta Tey Mihemed el-Faris ve hatiye avakirin û ew di kêleka hêzên rejîmê de şerê çekdarên opozîsyonê dikin.

Bajarê Qamişlo ku wek payetxta Rojavayê Kurdistanê tê naskirin, heta niha di bin kontrola hêzên rejîmê de ye, lê hêzên YPGê û asayişa PYDê jî di nava bajêr de hene û navendên wan jî vekirî ne.

Ev teqîn di demekê de ye ku îro Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li Qamişlo civiya.

Peyamnêrê Rûdawê got ku avahiya ku ENKSê têde civiyaye, ji ber hêza teqînê hejiyaye, ji ber ku nêzîk kîlomitrekê ji cihê teqînê ve dûr e.

Rudaw
Bu haber toplam: 1585 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:14:26:40
Bu gönderiye hiç yorum yapılmamış! İlk yorum yapan kişi olmak ister misin?
Nerina Azad
x