Bajarê Kilîsê bûye bazar û meydana çekdarên El Nusra

Di demekî de ku li Rojavayê Kurdistanê şerê navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û çekdarên rêxistina El Nusra ya girêdayî El Qaîdê didome, tê îdiakirin ku bajarê Kilîsê yê Bakûrê Kurdistanê ku hevsînor e digel bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, .

06.12.2013, Cum - 14:16

Bajarê Kilîsê bûye bazar û meydana çekdarên El Nusra
Haberi Paylaş
Di demekî de ku li Rojavayê Kurdistanê şerê navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û çekdarên rêxistina El Nusra ya girêdayî El Qaîdê didome, tê îdiakirin ku bajarê Kilîsê yê Bakûrê Kurdistanê ku hevsînor e digel bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, bûye “meydan û bazara çeteyên El Nusra”.

Li gorî rapora DÎHAyê, piştî şoreşa Rojavayê Kurdistanê şer û pevçûnên tund di navbera hêzên YPGê yên girêdayî PYDê û çekdarên îslamî yên radîkal de derket û heta niha jî didome.

Gellek caran hat gotin û îdiakirin ku çekdarên îslamî bi alîkariya welatên mîna Tirkiye, Qeter û Erebistanê Siûdî derbasî Sûriyê dibin û li dijî YPG û hêzên rêjîmê şer dikin lê Tirkiye û Hikûmeta AKPê her car ev îdia red kir.

Li gorî agahî û îdiayan, ji destpêka şerê YPG û komên îslamî yên radîkal ên mîna El Nusrayê de, bajarê Kilîsê yê Bakûrê Kurdistanê ku hevsînor e digel bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, bûye bazar û meydana komên çete ji ber ku tê gotin çek û cebilxaneyan wan komên radîkal “bi destê dewletê” tê dabînkirin.

Derheqê vê bûyerê de, jêderekî ku nexwestiye navê wî were eşkerekirin, ji DÎHAyê re gotiye ku cebilxane û çek ji Tirkiyê bi rêya telîsên çîmentoyê derbasî aliyê Sûriyê tê kirin û vî karî jî malbatên alîgirên APKê pêk tînin.

Wî jêderî her wiha aniye ziman ku beriya mehekê kamyonek çekên ji curê klasînkof ku dixwestin bi rêya deriyê sînorî yê Oncûpinarê re derbasî Rojava bikin, hatiye girtin û wiha daye zanîn: “Li Kilîsê, çek û cebilxaneya ji aliyê kesê bi navê K. ku şîrketa wî ya kamyonan heye, tê derbaskirin. Jixwe ji wê malbatê, kesê bi navê H.K. 2 caran bibû parlamenterê AKPê. Ev malbat bi kamyonên xwe çek û cebilxanê derbasî aliyê Sûriyê dikin. Jibilî K., li gundê Bûlamaçli yê Kilîsê jî kesê bi navê O.U. cebilxane û çekan derbasî navçeya Cindirêsê ya Efrînê dike û li gundê Yazibagi yê Cindirêsê radestî muxtarê gund dike û ew jî dide destê çeteyan.”

Jêderekî din jî derbarê dabînkirina çek û cebilxane ji bo komên radîkal agahî daye û gotiye ku bajarê Kilîsê bûye bazara çeteyan û hinek kesên ku kincên polîsan li xwe kirine xanî û avahiyan ji çeteyan re îcare dikin û wiha aniye ziman: “Li nav Kilîsê de bi otomobîlên lûks digerin û li nav xaniyên lûks de dijîn. Li nav hemû pasajên Kilîsê de bazara çekan dikin. Min bi çavê xwe dît.”

Nerina Azad
Bu haber toplam: 1128 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:02:19:34
Bu gönderiye hiç yorum yapılmamış! İlk yorum yapan kişi olmak ister misin?
Nerina Azad
x