Alîkariyên Silêmaniyê di Til Koçer re derbas dibin

4 ton alîkarî ku ji parêzgeha Silêmaniyê ji bo Rojavayê Kurdistanê hatibûn şandin, di rêya deriyê Til Koçer ê di bin kontrola Patiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) re derbas bûn.\n\nLi gor medyaya nêzîkî PYDê, duh komîteyên wê yên ser deriyê Til Koçer ê d.

10.01.2014, Cum - 11:25

Alîkariyên Silêmaniyê di Til Koçer re derbas dibin
Haberi Paylaş
4 ton alîkarî ku ji parêzgeha Silêmaniyê ji bo Rojavayê Kurdistanê hatibûn şandin, di rêya deriyê Til Koçer ê di bin kontrola Patiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) re derbas bûn.

Li gor medyaya nêzîkî PYDê, duh komîteyên wê yên ser deriyê Til Koçer ê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de 4 ton alîkariyên bijîşkî û derman wergirtin.

Ew elîkarî ji aliyê rêxistinên mirovî, kompaniyên dermanan û xelkê bajarê Silêmaniyê hatine şandin.

Di nûçeyê de hatiye gotin ku alîkariyên di deriyê Til Koçer re derbas bûne wê ji aliyê Heyva Sor a Kurdî û komîteyên ser bi PYDê ve bêne parvekirin.

PYDê di 26ê cotmeha 2013an de deriyê Til Koçer ji bin kontrola grûpên radîkal derxist û xiste bin kontrola xwe. - See more at: http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/100120141#sthash.CN9CsBmi.dpuf

Rudaw
Bu haber toplam: 1869 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:14:44:57
Bu gönderiye hiç yorum yapılmamış! İlk yorum yapan kişi olmak ister misin?
Nerina Azad
x