Zana û Baydemîr ji bo navebynkariyê hatin Hewlêrê

Hewlêr (Rûdaw)- Parlamentera serbixwe Leyla Zana û Şaredarê Amedê Osman Baydemîr ji bo ku bi Serokê Herêma Kurdistan Mesûd Barzanî re hevdîtinê bikin û di navbera aliyên siyasî yên Kurd li Rojavayê Kurdistanê navebeynkariyê bikin, niha li Hewlêrê ne..

12.12.2013, Per - 06:28

Zana û Baydemîr ji bo navebynkariyê hatin Hewlêrê
Haberi Paylaş
Hewlêr (Rûdaw)- Parlamentera serbixwe Leyla Zana û Şaredarê Amedê Osman Baydemîr ji bo ku bi Serokê Herêma Kurdistan Mesûd Barzanî re hevdîtinê bikin û di navbera aliyên siyasî yên Kurd li Rojavayê Kurdistanê navebeynkariyê bikin, niha li Hewlêrê ne.

Berî niha Rûdawê li ser zarê çavkaniyekê belav kiribû ku Leyla Zana û Osman Baydemîr wê di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de navebeynkariyê bike.

Baydemîr û Zana li Nûnertiya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ya Hewlêrê daxuyanî dan.

Osman Baydemîr derbarê armanca serdana xwe de got “Bi piştgiriya birêz Mesûd Barzanî tê çaverêkirin ku di demek kurt de li Hewlêrê civîneke bê kirin. Em ji civînê pir bi hêvîne û dixwazin ku daxuyaniyek bê belavkirin. Wisa tê hêvîkirin ku di wê daxuyaniyê de fikr û ramanên hemû partiyên Rojavayê Kurdistanê dê cih bigre. Partiyên Rojavayê Kurdistanê jî li gor vê daxuyaniyê dê tevbigerin û beşdarî kongreya Cenêv2 bibin. Ez wisa hêvî dikim ku ev daxuyanî ji bo yekîtiya Kurdan bibe bingeh”.

Baydemîr diyar kir ku beriya her tiştî pêwîstiya Kurdan bi yekîtî û bi hevrebûnê heye û ji bo vê jî çi ji destê wan bê dê bikin.

Parlementera Serbixwe ya Amedê Leyla Zana jî bal kişand ser bûyerên ku hatine serê Kurdan û wiha got: “Gelek bûyerên ku Kurd jê tiştan hîn bibin hatine serê wan. Kurdan dema ku bi hevdu re tevgeriyane qezenc kirine lê dema ku di navbera wan de yekîtî tune bûye her tim winda kirine”.

Zana bibîr xist ku berê gotibû sedsala 21emîn dê bibe ya Kurdan û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ez dîsa dibêjim aştiya Kurdan dê ji bo gelê mezlûm ên Rojhilata Navîn û dinyayê bibe mînak”.

Zana destnîşan kir ku êdî pirsgirêkeke kurd nikaribin di navbera xwe de çareser bikin tune ye û wiha got: “Kurd êdî ne ew kesên sala 1992an û ne jî yên sala 1996an in. Lazim e ku Kurd di navbera xwe de goftûgoyê pêş ve bibin”.

Zana bal kişand ser çapemeniyê û diyar kir ku yekîtî ne ji bo kurdan tenê divê di navbera çapemeniya kurdan de jî hebe.

Ji Leyla Zana hat pirsîn “Gelo Serokê PYDê Salih Mislim dê bê Hewlêrê yan na?” Zana jî got: “Hêviya me jî ev e, Ev der mala Mislim e, çima neyê?”.

- See more at: http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/12122013#sthash.LeJZXYbl.dpuf

Rudaw
Bu haber toplam: 2228 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:20:12:00
Bu gönderiye hiç yorum yapılmamış! İlk yorum yapan kişi olmak ister misin?
Nerina Azad
x