Talabanî: Ez başiyeke Noşîrwan qet ji bîr nakim

Di dîmenekî vîdyoyî de ku gehiştiye BasNewsê, Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Celal Talabanî dibêje: “Ez başiyeke Noşîrwan Mistefa qet ji bîr nakim ku rojekê ji min re got hemû serkirdeyên Kurd li derve canê xwe ji dest dane.

15.12.2013, Paz - 10:20

Talabanî: Ez başiyeke Noşîrwan qet ji bîr nakim
Haberi Paylaş
Di dîmenekî vîdyoyî de ku gehiştiye BasNewsê, Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Celal Talabanî dibêje: “Ez başiyeke Noşîrwan Mistefa qet ji bîr nakim ku rojekê ji min re got hemû serkirdeyên Kurd li derve canê xwe ji dest dane, bila ez û tu li ser axa Kurdistanê bimrin.”

Celal Talabanî ku di heman demê Serokomarê Iraqê ye di Kanûna slala 2012an de ji ber krîza mêjî li nexweşxaneya Charletê ya bajarê Berlînê yê Almanyayê tê dermankirin.

Talabanî di wê dîmena vêdyoyî de wiha dibêje: “Dema ku hilîkoptereke Îranê em ditirsandin û heta deşta Koye dihat û diçû, kak Noşîrwan Mistefa ez cuda kirim. Ez vî tiştî qet ji bîr nakim, lê her dema ez tiştekî nerênî bibînim ji bîr dikim, Noşîrwan Mistefa got; Tu bawer dikî ku ji e hez dikim û dilê min bi te ve ye? Min got belê, wî got heta niha serkirdeyên şoreşê hemû li derve mirine yek ji wan jî li Kurdistanê nemiriye û behs kir, ji dema şêxên Tirkiyê, şêxên Nehrî, Şêx Mehmûd û xwedê jê razî mela Mistefa Barzanî, got divabû em li ser axa xwe bimirina, bila bêjin Mam Celal li ser filan çiyayî mir û Noşîrwan li ser filan girî mir, evna li gor min gelekî baş bû lewma me biryar da li nav welêt bimînin”.

Berî bi çend rojan YNK’ê çend wêneyên nû yên Celal Talebanî bi r

BasNews
Bu haber toplam: 807 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:18:35:49
Bu gönderiye hiç yorum yapılmamış! İlk yorum yapan kişi olmak ister misin?
Nerina Azad
x