Îro çavên Kurdan li Hewlêrê ne

Çaverêtêkirin ku îro li başûrê Kurdistanê bajarê Hewlêrê, civîneke taybet ji bo ku PYD û Encumena Kurdî li hev werin, were lidarxistin.

08.12.2013, Paz - 07:36

Îro çavên Kurdan li Hewlêrê ne
Haberi Paylaş
Çaverêtêkirin ku îro li başûrê Kurdistanê bajarê Hewlêrê, civîneke taybet ji bo ku PYD û Encumena Kurdî li hev werin, were lidarxistin.

Civîn di bin çavdêriya serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de û bi navbênkariya parlamentera Kurd ya serbixwe Leyla Zana û şaredarê Amedê Osman Baydemir wê were çêkirin.

Di civînê de, wê her du encumenên Kurdî li rojavayê Kurdistanê (Niştimanî, Rojava) û partiyên Kurdî amade bibin.

Ev 2. civîna berfereh ya lihevhatinê ye ku di bin çavdêriya Barzanî de tê çêkirin.

Berî çend roja, Mesûd Barzanî ligel partiyên di encumena niştimanî ya Kurd civiya û pirsa pêwendiyên bi PYD re gotûbêj kir.

Li gora hinek jêderan Barzanî ji wan re gotiye, yan pirsa xwe û PYD çareser bikin yan jî bi carekê de ji hev cuda kar bikin.

Weke tê zanîn kêşeyên cidî di navbera Partiyên nêzîkî Partiya Demokrata Kurdistanê û PYD de, ku ser bi PKK ve ye hene.

PYD , weke şaxê PKK li rojavayê Kurdistanê tê naskirin.

AVESTA KURD

Nerina Azad
Bu haber toplam: 2146 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:00:51:26
Bu gönderiye hiç yorum yapılmamış! İlk yorum yapan kişi olmak ister misin?
Nerina Azad
x