Olimpiyada Aştiyê li Hewlêrê tê lidar xistin

Bo yekemîn car Olimpiyada Aştiyê ya Cîhanî di demsala payizê de û bi beşdariyeke berfereh a navdewletî, li paytexta Herêma Kurdistanê, Hewlêrê, tê lidar xistin, ji ber vê mebestê jî heta niha yarîzan û aştîxwaz ji 22 welatan xwe amade dikin da beşdar.

14.02.2014, Cum - 09:06

Olimpiyada Aştiyê li Hewlêrê tê lidar xistin
Haberi Paylaş
Bo yekemîn car Olimpiyada Aştiyê ya Cîhanî di demsala payizê de û bi beşdariyeke berfereh a navdewletî, li paytexta Herêma Kurdistanê, Hewlêrê, tê lidar xistin, ji ber vê mebestê jî heta niha yarîzan û aştîxwaz ji 22 welatan xwe amade dikin da beşdarî van olimpiyadan bibin.

Hevdem li gor daxuyaniyeke Encûmena Bilind a Jinan, ku kopiyek ji BasNewsê re hatiye şandin, roja çareşema borî endamên Encûmena Bilind a Karûbarên Jinan Floren Gorgis û Emel Celal, pêşwazî li şandeke komîteya Olimpiyada Aştiyê ya Cîhanî kirin.

Şanda komîteyê ji ji Serokê Komîteyê Ev Engilo, rêkxerê lîstikan Riyad Teqiyedîn û rêveberê herêmî yê komîteyê Dexîl Îsa, pêk hatibû.

Di vê serdanê de şanda Komîteya Olimpiyada Aştiyê ya Cîhanî daxwaza hevkarî û hevahengiyê ji encûmena bilind ya jinan xwest, di encamdana çalakiyên werzişî û hunerî û kulturî, ku beşdarvanan ji hemû çîn, temen û regezan li xwe digire.

Herwiha di civînê de behsa encamdana çalakiyên hevbeş hatiye kirin, di roja 8’ê Adarê de bi helkefta roja cîhanî ya jinan, bi beşdariya orkestra jinên cîhanê, li Herêma Kurdistanê. Ev yekemîn care ku olimpiyada aştiyê ya cîhanî di werzê payizê de, bi beşdariyeke berfereh a navdewletî, li paytexta Herêma Kurdistanê, Hewlêrê, tê lidar xistimn.
BasNews
Bu haber toplam: 1747 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:14:46:46
Bu gönderiye hiç yorum yapılmamış! İlk yorum yapan kişi olmak ister misin?
Nerina Azad
x