Leyal Zana û Baydemir di navebra ENKSê û PYDê de navbeynkariyê dikin

Hewlêr (Rûdaw)- Parlamentera Kurd Leyla Zana û Şaredarê Amedê Osman Baydemir di rêya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê de navbeynkariyê dikin.\n\nÎro Serok.

03.12.2013, Sal - 13:43

Leyal Zana û Baydemir di navebra ENKSê û PYDê de navbeynkariyê dikin
Haberi PaylaÅŸ
Hewlêr (Rûdaw)- Parlamentera Kurd Leyla Zana û Şaredarê Amedê Osman Baydemir di rêya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê de navbeynkariyê dikin.

Îro Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) re civiya û derbarê nakokiyên di navbera ENKSê û PYDê gotûbêj kirin.

Di civînê de, ji aliyê ENKSê her yek ji Sekreterê Partiya Yekîtî Îbrahîm Biro, Sekreterê Partiya Pêşverû Ebdilhemîd Hec Derwîş, Sekreterê el-Partî Ebdilhekîm Beşar û Sekreterê Partiya Azadî Mistefa Cuma beşdar bûn.

Çavkaniyekê ku di civînê de beşdar bû, ji Rûdawê re aşkere kir ku di civînê de Barzanî ji şanda ENKSê re gotiye ku Leyla Zana û Osman Baydemir dixwazin di rêya PDKê re di navbera PYDê û ENKSê de navbeynkariyê bikin ji bo nakokiyên navbera wan bêne çareserkirin.

Çavkaniyê ku nexwest navê wî bê aşkerekirin, diyar kir ku Barzanî herwiha gotiye ku evê derfeta dawî be ji bo lihevkirina di navbera ENKSê û PYDê de û eger ev yek pêk neyê divê ENKSê têkiliyên xwe bi temamî digel PYDê qut bike û Desteya Bilind a Kurd (DBK) jî bê hilweşandin.

Di tîrmeha sala 2012an de û bi serpereştiya Barzanî, DBKê di navbera ENKSê û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê ya ser bi PYDê de hat avakirin. Lê ji ber nakokiyan heta niha karê DBKê aktîv nebûye.

Di 14ê mijdarê de, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyamek derbarê Rojavayê Kurdistanê de ragihand û têde PYDê bi wê yekê tometbar kir ku tena xwe li Rojavayê Kurdistanê tevdigere û got jî ku PYDê bi piştgiriya rejîma Beşar Esed navçeyên Rojava kontrol dike.

PYDê jî ew daxuyaniya Barzanî bi tundî rexne kir û wek karvedanekê li ser rêgirtin li derbasbûna Hevserokê xwe Salih Mislim bo nav Başûrê Kurdistanê, deriyê Sêmalka bi yekcarî girt.

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên berî niha di hevpeyvîneke Rûdawê de gotibû ku heta rewşa Rojavayê Kurdistanê guhartin û PYDê ji gavên ku niha davêje venegere, kongreya neteweyî ya Kurd nayê lidarxistin.

- See more at: http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/031220134#sthash.tMxfOrL6.dpuf

Rudaw
Bu haber toplam: 2068 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:17:06:03
Bu gönderiye hiç yorum yapılmamış! İlk yorum yapan kişi olmak ister misin?
Nerina Azad
x