Barzanî: Mixabin hê jî li devera me mafên mirov tên binpêkirin

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi helkefta Roja Cîhanî ya Mafên Mirov, peyamek belav kir û diyar kir ku mixabin heta niha jî li devera me mafên mirov tên binpêkirin.\n\nBarzanî, îro (10.

10.12.2013, Sal - 15:33

Barzanî: Mixabin hê jî li devera me mafên mirov tên binpêkirin
Haberi Paylaş
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi helkefta Roja Cîhanî ya Mafên Mirov, peyamek belav kir û diyar kir ku mixabin heta niha jî li devera me mafên mirov tên binpêkirin.

Barzanî, îro (10.12.2013) bi helkefta Roja Cîhanî ya Mafên Mirov, li ser rûpela xwe ya Facebookê peyamek belav kir û Peymana Mafên Mirov a NY wek gaveke binirx a civaka navdewletî nirxand.

Serokê Herêma Kurdistanê her wiha anî ziman ku di çend salên borî de li Herêma Kurdistanê gavên baş bo parastina mafên mirov hatine avêtin û wiha got: “Lê mixabin hê jî li devera me û hinek cihên din ên cîhanê mafên mirovan tên binpêkirin.”

Mesûd Barzanî destnîşan kir ku gelê kurd bixwe mezintirîn mexdûrê binpêkirina mafên mirov e ji ber wê jî divê mafên mirov bibe armanca sereke ya hemû çalakiyên fermî û sivîl ên Kurdistanê.

Barzanî derheqê çawaniya pêşîlêgirtina binpêkirina mafên mirov li Herêma Kurdistanê jî wiha got: “Divê civaka sivîl û medya bi çavekî vekirî û berpirstiyeke zêdetir kar bikin. Ez hêvîdar im mafên mirov li Herêma Kurdistanê di hemû waran de were parastin û bibe çandek kûr û bingehîn.”

Neteweyên Yekbûyî (NY), bi mebesta parastina mafên mirov roja 10ê Kanûna 1948an Peymana Mafên Mirov pesend kir û ji wê demê ve heta niha ev roj wek Roja Cîhanî ya Mafên Mirov tê pîrozkirin.

Nerina Azad
Bu haber toplam: 1581 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:07:30:13
Bu gönderiye hiç yorum yapılmamış! İlk yorum yapan kişi olmak ister misin?
Nerina Azad
x