Barzanî li gel Zana, Baydemîr, ENKS û PYD civiya

Piştî wê yekê ku piştî nîvroya doh yekşem li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi navê yekxistina gotara Kurd li Rojava li gel Encûmena Nîştîmaniya Kurdên Sûriye civiya, piştî nîvroya îro dûşem 16.12.

16.12.2013, Pts - 20:43

Barzanî li gel Zana, Baydemîr, ENKS û PYD civiya
Haberi Paylaş
Piştî wê yekê ku piştî nîvroya doh yekşem li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi navê yekxistina gotara Kurd li Rojava li gel Encûmena Nîştîmaniya Kurdên Sûriye civiya, piştî nîvroya îro dûşem 16.12.2013 Serok Barzanî pêşwaziya şandekî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) kir û li runiştinê de tekez li ser yekxistina hewldanên ji bo peydakirina gotarekî hevbeşa Kurd kir, ji bo wê yekê ku Kurd bikarê bi gotarekî hevbeşa neteweyî beşdariyê li konferansa Cenev 2 de bike.

Piştî wê civînê bi serpereştiya Serok Barzanî û bi amadebûna xanima Leyla Zana Parlementerê Tirkiye û birêz Osman Baydemîr Serokê Bajarvaniya Mezina Amedê, civînek li navbera nûnerên PYD û Encûmena Nîştîmaniya Kurdên Sûriye birêveçû û beşdarvanên civînê li ser ewe rêkkeftin ku roja sêşem 17.12.2013 civîneke hevbeş encam bidin ji bo gihîştina bi gotarekî hevbeşa siyasiya di navbera aliyên Kurdên Rojava.

Nerina Azad
Bu haber toplam: 2888 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:09:05:32
Bu gönderiye hiç yorum yapılmamış! İlk yorum yapan kişi olmak ister misin?
Nerina Azad
x