Barzanî: Hemû aliyên siyasî beşdarî hikûmeta nû dibin

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ku hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê dê hikûmeteke bingeh fereh û bi beşdariya hemû aliyên siyasî be\n\nLi gor malpera fermî ya Srokatiya Herêma Kurdistanê, îro (11.01.

11.01.2014, Cts - 15:38

Barzanî: Hemû aliyên siyasî beşdarî hikûmeta nû dibin
Haberi Paylaş
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ku hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê dê hikûmeteke bingeh fereh û bi beşdariya hemû aliyên siyasî be

Li gor malpera fermî ya Srokatiya Herêma Kurdistanê, îro (11.01.2014) Serok Barzanî ligel konsulên giştî û nûner û berpirsên nivîsgehên welatên biyanî li Herêma Kurdistanê civiya

Di civînê de, Serokê Herêma Kurdistanê behsa rewşa siyasî ya navxwe li Herêma Kurdistanê û pêkanîna kabîneya heştem ya hikûmeta herêmê kir

Barzanî eşkere kir ku hikûmeta nû dê hikûmeteke bingeh fereh be û hemû aliyên siyasî tê de beşdarin

Herwiha Serok Barzanî balkişand ku “Armanca hikûmeta nû dê pêşxistina aramî, seqamgirî û xizmetguzariyê ji bo hemwelatiyan be”

Ligel ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê nêzîkî 4 meh e bidawî bûye lê heta niha hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê nehatiye avakirin, tenê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ku di hilbijartinan de ji hemû partiyên din zêdetir deng aniye, Nêçîrvan Barzanî bo pêkanîna hikûmetê erkdar kiriye

Li gorî qanûnên Herêma Kurdistanê, divê Serokê Herêma Kurdistanê namzedê serokwezîriyê bo avakirina hikûmetê erkdar bike û namzedê serokwezîriyê jî divê di nav 30 rojan de hikûmetê pêk bîne lê heta niha Serokê Herêma Kurdistanê bi fermî ti kes bo pêkanîna hikûmetê erkdar nekiriye

Nerina Azad
Bu haber toplam: 1946 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:01:32:56
Bu gönderiye hiç yorum yapılmamış! İlk yorum yapan kişi olmak ister misin?
Nerina Azad
x