Barzanî cejna serê salê li Xirîstiyanan pîroz kir

Bi helkefta hatina cejna serê sala 2014’an û ji dayik bûna Hz.

24.12.2013, Sal - 12:36

Barzanî cejna serê salê li Xirîstiyanan pîroz kir
Haberi Paylaş
Bi helkefta hatina cejna serê sala 2014’an û ji dayik bûna Hz.Îsa, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyameke pîrozbahiyê arasteya Xirîstiyanên Kurdistan, Iraq û hemû cîhanê kir û hêviya cejneke bi kêf û xweşî ji wan re xwest.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanhi di peyama xwe de wiha dibêje: ‘‘Niha Iraq di qonaxa avedankirin û rastkirinê de ye, yek ji erkên sereke yên bihevre jiyanê û tebabiya pêkhateyên cuda yên olî û neteweyî ew e ku çênabe bi tu hicetekê rê li bihevre jiyanê bê girtin.’‘

Barzanî herwiha balkişand ser rewşa Xirhistiyanan li Iraqê û got: “Mixabin di salên borî de xwîşk û birayên Xirîstiyan li Iraqê hatin pişt guh kirin û ketin ber herîşan, lê cihê şanaziyê ye ku Kurdistan herdem penageh û maleke arame bo hemû pêkhateyan, lewma parastina bihevre jiyanê erkê sereke yê me hemuyan ne.”

Di dawiya peyama xwe de Serokê Herêma Kurdistanê carek din hêvî kir ku ev cejin bibe sedema xêr û xweşiya zhedetir bo Xirîstiyanan û hemû salekê di bin siya aramî, azadî û demokrasiyê de cejna xwe pîroz bikin.

Nerina Azad
Bu haber toplam: 1981 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:05:11:18
Bu gönderiye hiç yorum yapılmamış! İlk yorum yapan kişi olmak ister misin?
Nerina Azad
x