PKK êrişî PDKê dike û PYD jî piştevaniya hevdîtinên Hewlêrê dike

Di demekî de ku hevdîtinên navbera partiyên Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi navbeyinkariya Parlamentera Serbixwe ya Amedê Leyla Zana û Şaredarê Amedê Osman Baydemîr li Hewlêrê bi çavdêriya Serokê Her.

15.12.2013, Paz - 15:57

PKK êrişî PDKê dike û PYD jî piştevaniya hevdîtinên Hewlêrê dike
Haberi Paylaş
Di demekî de ku hevdîtinên navbera partiyên Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi navbeyinkariya Parlamentera Serbixwe ya Amedê Leyla Zana û Şaredarê Amedê Osman Baydemîr li Hewlêrê bi çavdêriya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî tên meşandin, endamekî serokatiya PKKê bi tundî rexne li PDKê kir û îdia kir ku helwesta PDKê li hember Rojava wek helwersta rêxistina Cebhetl el Nusra, Tirkiye û “hevpeymaniya erebî” ye.

Ev çend roj in li Hewlêrê, hevdîtinên navbera partiyên endamên ENKSê ku ji 14 partiyan pêk tên û PYDê û bi navbeyinkariya Leyla Zana û Osman Baydemîr tên meşandin da ku PYD û ENKSê li hev bînin.

Sekreterê Partiya Yekitiya Kurd li Sûriyê Îbrahîm Biro, ku beşdarî hevdîtinên Hewlêrê dibe di bernameya Rûdawa Îro ya Rûdaw TV de ragihand, ew li ser vexwendina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hatine Hewlêrê da ku bi alîkariya Leyla Zana û Osman Baydemîr digel PYDê li hev bikin lê heta niha ti encamek derneketiye.

Endamê Desteya Birêveberiya TEV-DEMê ku ji aliyê PYDê ve bo birêvebirina rêveberiya demkî ya Rojavayê Kurdistanê hatiye avakirin, Aldar Xelîl, di daxuyaniyekê de bo ajansa fermî ya PYDê eşkere kiriye ku ew piştgirya hevdîtinên navbera PKK û PDKê yên li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê dikin û ew hevdîtin wek “gaveke birûmet” nirxandiye.

Aldar Xelîl ku kesekî bawerpêkirî yê PKKê ye jî, dibêje: “Em hurmeta wan hevkariyên navbera PKK û PDKê digirin ku bo Rojavayê Kurdistanê tên kirin, her wiha em hurmeta wan partî û hêzên Kurdistanî digirin ku hewl didin partiyên Rojava bikin yek”. Xelîl her wiha tîne ziman ku divê Qamişlo bibe navenda wê yekrêziyê û hêzên Rojavayê Kurdistanê bixwe gav bavêjin.

Pirsa serekî ya xelkê û şirovekarên siyasî ev e: Eger vê carê partiyên ENKS digel PYDê li hev bikin û rêkeftinek nû îmze bikin gelo PYD dê amade bibe vê rêkeftinê cî bi cî bike û partiyên din bike şirîkê rêveberiya Rojavayê Kurdistanê, gelo amade ye hêzên xwe yên çekdar hilweşîne û hêzeke hevbeş bo parastina asayişa Rojavayê Kurdistanê ava bike?

Îbrahîm Biro, dibêje, ew tenê rêkeftinê naxwazin lê divê rêkeftin di pratîkê de jî were cîbicîkirin.

Ji aliyekî din, Endama Desteya Serokatiya PKKê Zaxo Zagros ku ji Rojavayê Kurdistanê ye, di nivîsa xwe ya bi navê “PDK û Şoreşa Rojava” de ku li ser malpera fermî ya PYDê hatiye belavkirin, bi tundî êrişî PDKê dike û helwesta wê partiyê li hember Rojavayê Kurdistanê wek helwesta rêxistina Cebhetl el Nusra, Tirkiye û Hevpeymaniya Opozîsyona Sûriyê dibîne û wiha dibêje: “

PDK dujmintiya şoreşa Rojavayê Kurdistanê dike”. Zaxo her wiha rexne li daxuyaniyên Serokê PDKê Mesûd Barzanî digire yên ku di çarçoveya hewlên Serokatiya Herêma Kurdistanê de bo yekxistina partiyên Rojava gotibû: “PYDê şoreş nekiriye çimkî ew deverên ku niha ketiye destê wê rêjîmê radestî wê kiriye”.

Wê berpirsa PKKê nerazîbûna xwe li hember vê yekê jî aniye ziman ku PDKê ji PYDê re gotiye; divê navbera PYD û El Partiyê de rêkeftinek mîna rêkeftina PDK û YNKê were îmzekirin û her du bi hev re Rojavayê Kurdistanê birêve bibin lê PYDê vê yekê qebûl nake.

Zaxo Zagros di berdewamiya nivîsa xwe de îdia kiriye ku PDK di çarçoveya berjewendiyên xwe yên teng de li Rojavayê Kurdistanê dinêre û wiha dinivîse: “Wisa xuya ye ku PDK ji ber xatirê rêkeftina firotina petrolê bo Tirkiyê, Rojava kiriye qurban.

Rudaw

Rudaw
Bu haber toplam: 1572 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:09:51:22
Bu gönderiye hiç yorum yapılmamış! İlk yorum yapan kişi olmak ister misin?
Nerina Azad
x