PDK û PKK li ser Rojavayê Kurdistanê rêkeftin

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li ser dosya Rojavayê Kurdistanê û Kongreya Neteweyî nêzîkî rêkeftinê bûne û biryar e di van rojan de Leyla Zana nameya Ocalan li Ewropayê radestî Barzanî bike.<br><br>.

28.01.2014, Sal - 07:58

PDK û PKK li ser Rojavayê Kurdistanê rêkeftin
Haberi Paylaş
Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li ser dosya Rojavayê Kurdistanê û Kongreya Neteweyî nêzîkî rêkeftinê bûne û biryar e di van rojan de Leyla Zana nameya Ocalan li Ewropayê radestî Barzanî bike.

Di du rojên dahatû de, Leyla Zana bi rêya Hewlêrê diçe Qendîlê daku naveroka nameya Ocalan a bo Barzanî bighîne serkirdayetiya KCK’ê. Heman çavkaniyê da zanîn ku Leyla Zana diçe Ewropayê û li wir nameya Ocalan radestî Barzanî dike.

Naveroka nameyê jî zemîneya rêkeftineke girîng di navbera PDK û PKK’ê de li xwe digire ku bi pirsa çarenivîssaz a neteweyî ve girêdayî ye wek; Kongreya Neteweyî û meseleya dosya Rojavayê Kurdistanê. Li gor agahiyên hatine bidestxistin, li ser van pirsan jihevfamkirineke baş di navbera herdu aliyan de heye.

Di vê derbarê de Berpirsê Peywendiyên Derve yê KCK’ê Demhat Egîd ji rojnameya Basê re got: ‘’Li ser dosya Kongreya Neteweyî û pirsa Rojavayê Kurdistanê rêkeftineke di navbera PKK û PDK’ê de hatiye kirin. Em hêvîdar in herdu alî pêbendê rêkeftinê bin û her çi pêwist be bikin. Herwiha bikaribin astengên li pêşiya Kongreya Neteweyî rakin.’‘

Demhat Egîd da zanîn ku li ser dosya Rojavayê Kurdistanê daxwaza wê yekê kirine tişta çêbûye îtîraf pê bê kirin û ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bi fermî were naskirin. Egîd axaftina xwe wiha qedand: ‘’Herçiqas pêbendbûna bi vê rêkeftinê zêdetir be, navbera PKK û PDK’ê baştir dibe. Dosya Rojavayê Kurdistanê û Kongreya Neteweyî her du xalên girîng in ku aliyên Kurdistanî nêzîkî hev dikin.’‘
Nerina Azad
Bu haber toplam: 2508 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:05:33:03
Bu gönderiye hiç yorum yapılmamış! İlk yorum yapan kişi olmak ister misin?
Nerina Azad
x