Xwendina Kurdî li zanîngeha Rojhilatê Kurdistanê

Zanîngeha Kurdistanê li bajarê Sinê yê Rojhilatê Kurdistanê amadekariyên xwe bo xwendina bi zimanê Kurdî dike.

18.01.2014, Cts - 19:18

Xwendina Kurdî li zanîngeha Rojhilatê Kurdistanê
Haberi Paylaş
Zanîngeha Kurdistanê li bajarê Sinê yê Rojhilatê Kurdistanê amadekariyên xwe bo xwendina bi zimanê Kurdî dike.

Serokê Zanîngeha Kurdistanê Cehanşîr Emînî, ragihand ku babetên girêdayî xwendina Kurdî ji aliyê komîteya dariştina projeyan ya wê zanîngehê ve hatine amadekirin, lê ew li hêviya biryara navendên peywendîdarin da dest bi xwendina bi zimanê Kurdî bi awayekî fermî bikin.

Cehanşîr Emînî her wiha da zanîn ku niha korsên fêrkirina zimanê Kurdî li wê zanîngehê bi awayekê nefermî tên vekirin.

Serokê Zanîngeha Kurdistanê ya Rojhilatê Kurdistanê aşkere kir ku niha em mijûlî amadekariyên vekirina korsên fêrkirina zimanê Kurdî ne, ji wan kesên ku ne ji xelkên deverê ne.

Zanîngeha Kurdisatnê ya Sine, di sala 1991ê de bi awayekî serbixwe xwendekar wergirtine û niha 43 beşên zanistî li wê zanîngehê hene, herwiha hejmara xwendekarên wê di hemû astan de nêzîk 11 hezar kes e.

Piraniya zimanzanên Rojhilatê Kurdistanê li hucreyên mizgeftan û guhdariya bav û kalan fêrî zimanê Kurdî bûne.

Lê ev demeke ku xwendekar û zanayên Kurd dixwazin zimanê wan wek zanist li zanîngehan bê xwendin.

Damezirandina liqên edebiyata zimanê kurdî li zanîngehan û xwendin bi zimanê Kurdî li dibistanan daxwazeke seretayî ya xelkên Rojilahê Kurdistanê ye, ku hem Destûra Îranê amaje pê daye û hem hikûmetên Îranê yek bi yek soza cîbicîkirina vê daxwazê dane xelkê Kurdistanê, lê heta niha ew soz nehatine pêkanîn.
Nerina Azad
Bu haber toplam: 1083 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:07:37:48
Bu gönderiye hiç yorum yapılmamış! İlk yorum yapan kişi olmak ister misin?
Nerina Azad
x