Tevger li Silopî xeta netewî hêztir kir

Tevgera Ciwanên Kurdistanê piştî Amed, Mêrdîn, Cizîra Botan niha jî bi coşek mezin Komeleya xwe ya ciwanên Kurdistanê li Silopî vekirin.

11.02.2014, Sal - 08:51

Tevger li Silopî xeta netewî hêztir kir
Haberi Paylaş
Tevgera Ciwanên Kurdistanê piştî Amed, Mêrdîn, Cizîra Botan niha jî bi coşek mezin Komeleya xwe ya ciwanên Kurdistanê li Silopî vekirin. Vekirina Komeleyê bi ahengek girsehî pêkhat.

Silopî û Zaxo pêşmiqabilê hevin, vekirina Komeleya Ciwanan li Slopî çêbe ciwanên Başûr wan nahêlin tenê. Gelek Ciwa, dezgehên sivîl û rêxistinên Ciwanên Kurdistana Başûr jî di ahengê de amadebûn.

Herweha hinek kesayetên partî jî ji Başûr û pêşmergeyên dêrîn jî li Slopî tevlî rewrisma vekirina Komeleya Ciwanan bûn. Axavtin kirin hestên xwe yên netewî li gel ciwanên Kurdistana Bakur par kirin. Behsa girîngiya xebata wan kirin.

Hûnêrmendê naskirî ji Kurdistana Başûr Bilin Îbrahîm jî tevlî ahengê bû. Bilind rengek taybet da ahenga vekirina Komeleyê. Ji 30 salî hirve ev cara yekeme ku bi hestên netewî di bin Ala Kurdistanê û weneyên serokê nemir Barzanî de ahengek, civînek bi vî awayî li Silopî tê li darxistin.

Piştî dawibûna ahengê, Serhat Mêrdînî bi navê Rêvebiriya Korardinasyona Tevgera Ciwanên Kurdistanê daxûyaniyek da û spasiya hemû beşdarên rewrismê kir. Spasiya kesayetên ku mil dayîn milê ciwanan kir. Spasiya birayên xwe yên Başûr kir.

Rewrisma îro li Silopî pêkhatî da nîşandan dema mirov li nirxên netewî xwedî derkeve çikas beşên Kurdistanê nêzikhevin, tê xûyakirin ku sinorên destçêkirî nekariya nirxên netewî têkbidin.

Îro dengek din li Slopî bilind bû. Hêdî tevgerek heye ku bibe dengê netewiyê miletê xwe. Li nirxên xwe xwedî derkevin.Kurd û Kurdistaniyê li ser her tiştekîre bigirin.

Îro li Silopî xeta netewî hêztir bû.
Nerina Azad
Bu haber toplam: 1104 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:22:06:23
Bu gönderiye hiç yorum yapılmamış! İlk yorum yapan kişi olmak ister misin?
Nerina Azad
x