Agir girte qatê çarem ê avahiya Parlamentoya Kurdistanê

Îro serê sibehê agir girte avahiya Parlamentoya Kurdistanê û li gor zanyriyên destpêkê agir ji ber konataka elektrîkê vêketiye.

06.12.2013, Cum - 09:15

Agir girte qatê çarem ê avahiya Parlamentoya Kurdistanê
Haberi Paylaş
Îro serê sibehê agir girte avahiya Parlamentoya Kurdistanê û li gor zanyriyên destpêkê agir ji ber konataka elektrîkê vêketiye.

Peyamnêrê Rûdawê li cihê bûyerê ragihand ku agir girte qatê çarem ê avahiya Parlamentoya Kurdistanê û tenê odeyek û kerîdorek şewitî ye. Wî herwiha got “Li gor zanyariyên destpêkê agir ji ber konataka elektrîkê vêketiye”.

Peyamnêrê Rûdawê bal kişand ku jibilî ziyanên madî ti ziyanên agir yên canî tune bûn.

Wî herwiha got ku piştî vêketina agir, tîmên bergiriya şaristanî gihiştine cihê bûyerê û agirê kontrol kirin, niha jî lêkolîn derbarê sedema vêketina agir de tê kirin.

Rûdaw

Rudaw
Bu haber toplam: 705 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:20:23:09
Bu gönderiye hiç yorum yapılmamış! İlk yorum yapan kişi olmak ister misin?
Nerina Azad
x