Şivan Perwer: Divê em bi aqil piştgiriyê bidin pêvajoya aştiyê

Hunermendê navdar Şivan Perwer, bi helkefta Roja Ala Kurdistanê li ser pêvajoya çareseriyê got: "Divê em bi aqil û bi lojîk piştgiriyê bidin pêvajoya çareseriyê".\n\nŞivan Perwer, îro (17.

17.12.2013, Sal - 15:15

Şivan Perwer: Divê em bi aqil piştgiriyê bidin pêvajoya aştiyê
Haberi Paylaş
Hunermendê navdar Şivan Perwer, bi helkefta Roja Ala Kurdistanê li ser pêvajoya çareseriyê got: "Divê em bi aqil û bi lojîk piştgiriyê bidin pêvajoya çareseriyê".

Şivan Perwer, îro (17.12.2013) li bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistana beşdarî merasima "Roja Alê" bû.

Perewer di merasima pîrozkirina Roja Ala Kurdistanê de axaftinek pêşkêş kir û diyar kir ku al ji bo netewekê semboleke gellek girînge û wiha axivî "Li erdnîgariya Kurdistanê çandên cuda hene, li vir hemû gel bi biratî dijîn.

Kurdistan bi bedelên giran gihîşt vê astê. Neteweyên cîran Tirk û Faris û Ereb jî êdî Kurdan nas dikin. Divê ev jî bê zanîn ku bêyî Kurdan li Rojhilata Navîn aştî pêk nayê“.

Şivan Perwer li ser pêvajoya çareseriyê jî sekinî û wiha got: "Dinya diguhere, Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li Amedê hatin bal hev. Ala herdu dewletan li ba hev bûn. Li wir peyva Kurdistanê hat bikaranîn. Ev jî bi xizmetên mirovan dibe. Ev pêvajo girîng bû. Divê em bi aqil û bi mentiqa xwe piştgiriyê bidin pêvajoya çareseriyê".

Parlamentoya Kurdistana di 11ê Kanûna sala 1999an de roja 17ê Kanûnê wekî "Roja Alê" da zanîn. Li Hewlêrê di çarçoveya pîrozkirinê de qadên bajêr bi alan hatin xemilandin.

Li meydana bajêr Roja Alê bi çalakiyan hat pîrozkirin.

Nerina Azad
Bu haber toplam: 1089 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:01:23:57
Bu gönderiye hiç yorum yapılmamış! İlk yorum yapan kişi olmak ister misin?
Nerina Azad
x