Mutlu Acar :Parastina ziman û Kurdî

Dema min bîryar da ku ez ê nivîsek di ser ziman de binivîsinim bi rasti min nizanibu ez ê ji ku derê dest pê bikim.

05.03.2014, Çar - 15:02

Mutlu Acar :Parastina ziman û Kurdî
Haberi Paylaş
Dema min bîryar da ku ez ê nivîsek di ser ziman de binivîsinim bi rasti min nizanibu ez ê ji ku derê dest pê bikim. Lê ev e çend sale di jiyana min de di ser ziman de gotineke pêşiyan cîhekî xurt digirt. Min jî biryar da ku ez ê bi vê gotinê dest pê bikim. ''Zimanê mirov,Pelê serê mirov e.'' Di ser ziman de tiştek ji vê gotine girîng û diyartir tune. Mirov biziman dilşad dibe û dîsa bi ziman hestên xwe yê kelogorî vedibêje û hwd. Ziman nasîna neteweya û hebûna mirovatiyê ye. Ji ber ku li dinê cûrbicûr ziman hene cûrbicûr deng,cûrbicûr reng û cûrbicûr jî gel hene. Zimanê kurd jî ji van zimana yek e.

Li gorî raporên(nûsafên)yekbûyiya miletan di ser rûyê dinê 8000 hezar ziman hene. Ji van zimana

51 yek hev ji alîyê kesekî/ê tên bikaranîn û ji van 51 zimana de 28 hev li parzemîna avustralyayê ne.Ji bilî vî 500 ziman di binê sed kesan,1500 ziman jî di binê 3000 kesan tê bikranîn.Digel vê yekê jî 5000 hezar ziman di bin 100 hezar kesan de tên axaftin.1Li gorî hêza hejmarkî zimanê kurdî di nava van 8000 hezar zimana de çilemîn e.2 Kurd bi giranî li kurdistanê bi kurdî dipeyivin. Erdnigariya kurdistan ji alîyê çar dewletên dagirker hatiye par ve kirin. Bakura kurdistanê di dest dewleta tirk,rojavaya kurdistanê di dest dewleta sûrî,başûra kurdistanê di dest dewleta ıraqê û rojhilata kurdistanê jî di dest dewleta îranê de ye.

Wekî din di nav sînorê îran û tirkmenîstan de jî li gorî raporên 1979'emîn milyonek kurd hene û ev kurd bi kurdî dipeyivin.3Li ewropa û rojavaya anatolyayê jî bi milyonan kurd hene.

Çi heye ku li tirkiye ji 1923 ya heya vêga,li îranê bi taybetî di nav 1925-1979 de,li sûrî ji 1962 yan de heta ku 2011 de tevlîhevê hûndurî derket û li iraqe jî ji 1961 ê heta îro di ser zimanê kurdî û gelê kurd de peşariyên nîjadkujî û zimankujî hatin nerîtandin.4Kurdî û Kurdewarî di nav sînorên van dewleta bi zagona hat qedexe kirin. Lê ji ber ku çande devkî a kurda dewlemend bû zimanê kurdî di nava van derfetê kêm de jî jîyiya û hate heta îro. Max adler dibêje : ''Ziman ji bo neteweyîtiyê nîşankeke hewkas bihêze ku sedema jîyîna we a yekemîn qedexe kirina we ya bi fermî ye''5. Ji îro pêva jî gere li hemberî zimanê nijd(ango zimanên ku teknolojîyê dihêwirînin û di perwerdehiyê de tên bikaranîn û zimanên fermî)were parastin. Tê zanîn ku tenê li başura kurdistanê dewleteka muxtarî heye û zimanê kurdî li vê dewletê zimanê perwerdehiyê ye. Perwedehi jî bi zarava soranî tê çêkirin. Ango dîsa jî li perçê din hejmara kurda bigelemperî bi zimanê farsî,erebî û tirki perwerdehî distînin. Ev yek ji bo pêngava kurda astengeka mezin e. Ji bo ku zimanek bi teşeya tenduristî pêşve here û qurma xwe fireh bike gere ew ziman bibe zimanê perwerdehiyê û ji alîyê sînorên bi mirovanî were parastin. Ji bo zimanê kurdî jî ev rastiyek mezin e. Bila rêxistinê civakparêzû sîyasî çi qas bêjin em sînora naxwazin jî,zimanekî ku weke kurdî bi birîngiran be gere were parastin. Lewre Zimanek tenê bi perwerdehiyê nayê parastin.Li hemberê kurdî zimanê wek îngîlîzî,farsî,tirkî û erebî ên popûler û nijd hene.Heke em li zimanê îrlanda binêrin em ê bibînin ku zimanê îrlanda her çiqas zimanê perwerdehiyê be jî,ji ber ku bi sînoran û zagonaên xurt nehatiye parastin li şêmuga wenda buyînê ye. 6 Ahmedê Xanê(1650,51-1707) hêj beriyê 330 salî ji begên kurda re gotiye ji ber ku zimanê kurdî di nav zimanên dinê de cîhê xwe xurt bike gere dewletek kurd ava bibe û zimanê kurd zimanê fermî be. Ahmedê Xanê didomîne û dibêje zimanê kurdî ji zimanê farîsî û erebî ne hejartir e. An wek wan e an ji wan dewlemendtir e. 7Wekî din Hacî Qadirî Koyî(1817-1897) jî di helbesteka xwe de wiha nivîsandiye:

''Melên fesahetî kurdî be Farsî naga

Belaxetêkî heye hîç zimanê naygate

Le bête'esubî kurdane bêrewac û beha''8

Hacî Qadirî Koyî di vê helbestê de dibêje nebêjin Kurdî wek Farsî ne narîne. Narîniya kurdî bi yek zimanî re jî nayê ber hev. Ji ber ku kurd bala xwe nadin zimanê xwe,kurdî hew qas nayê axaftin.

Bi rastî pirsgirêka zimanê kurdî hêj ev e. Îro him sîyasetmedarên him xwandekarên him xwandevanên kurd bi piranî bi zimanên din diaxivin û dinivîsinin.Dibe ku bela bi kurdî napeyivin giyana xwe yî kurdewariyê wenda kirine û ji ber vê yekê dewleteka kurd a azad naxwazin.Lewra sîyasetmedarekî ku bi zimanê xwe biaxive,bipeyive û bi zimanê xwe çalakiya bike çewa dewleteka azad naxwaze ? Raveya vê mijarê a bivac qet tune. Rewşenbîrê kurd Kamiran Elî Bedirxan jî di helbestekê de ji bo jiyanê wateya zimanê kurdî wiha rave dike:

''Qurdmancî zmanê bav û qal e

Tirba xwe dê bi wê dinalê

Qurdmancî ye deng û pirsa pêşîn

Qurdmancî be deng û pirsa paşîn

Sor,gewr û qesq bi rengê qurdî

B' Qurdmancî ,tinê bi dengê qurdî

Bavê min û dadiqa spîpor

Banî me diqin ji tarîya gor

Qurdmancî zmanê bav û qal e

Tirba xwe dê bi wê dinalê'' 9

Di dawiyê de tiştê ku ez dixwazim bêjim zimanê kurdî zimanekî nûjen û kevnar e,ne zimanekî biçûke. Gelê kurd ji ber ku zimanê wan zimanekî dewlemende zû bi zû asîmîle nebûne û xwe bi dewlemendiya zimanê xwe de parastine. Em deyndarê zimanê xwe ne. Deynê me jî parastina zimanê me ye. Gere kurdî li kuçe û kolanan her tim were axaftin. Heke wiha çênebe ne kovar,ne perwerdehî,ne sîyasetmedar,ne jî xwandekar dikarin vî zimanê rizgar bikin ji ber nijdê çandeyî.

Zimanê dinê hevo hevo wenda dibin. Ku di gelekî de her kes bi zimanê zikmakî nepeyive vê nakokiyê kûr derkevin di nav wî gelê de. Ji ber vê yekê gere em zimanên xwe di nav sînorên kurdistanê de biparêzin. Sînorên kurdistanê ên mirovanî.


ÇAVKANÎ
1)http://www.haberkita.com/dunyada-konusulan-dil-sayisi_100426.html
2)Amir Hassanpour,Kürdistanda Dil ve Milliyetçilik,s.32
3)Bu rakam ''Horasan Kürt Topluluğu''(Cami'iyi Kurdha-yi Xurasan)tarafından 1979' da Tahran'daki İslam hükümetine gönderilen bir telgrafta verilmişti.(TAVAHHODİ 1980:s,s)
4)Amir Hassanpour,Kürdistanda Dil ve Milliyetçilik,s.31
5)Max Adler,Welhs and other dying languages of Europe(Gal dili ve avrupanın ölmekte olan diğer dilleri-)
6)Amir Hassanpour,Kürdistanda Dil ve Milliyetçilik,s.46
7)Ehmedê Xanê,Mem û Zîn,Deng yayınları,M.E.Bozarslan,S.129
8)Hîwa,C.3,Mayıs 1960,s.22
9)Kovara Hawar,Hejmar 11

Nerina Azad
Bu haber toplam: 1162 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:22:09:23
Bu gönderiye hiç yorum yapılmamış! İlk yorum yapan kişi olmak ister misin?
Nerina Azad
x