Li bakurê Xorasanê zimanê Kurdî di metirsiyê de ye

Rewşa zimanê Kurdî li bakurê Xorasanê çend sal dibe nebaş e û li gor pispor û zimanzanan, ew zimanê ku bi zaraveya Kurmancî tê axaftin di metirsiyê de ye. <br><br>Tê gotin ku piraniya malbatên Kurdan ên li wê navçeyê ligel zarokên xwe bi.

16.01.2014, Per - 07:38

Li bakurê Xorasanê zimanê Kurdî di metirsiyê de ye
Haberi Paylaş
Rewşa zimanê Kurdî li bakurê Xorasanê çend sal dibe nebaş e û li gor pispor û zimanzanan, ew zimanê ku bi zaraveya Kurmancî tê axaftin di metirsiyê de ye.

Tê gotin ku piraniya malbatên Kurdan ên li wê navçeyê ligel zarokên xwe bi Farisî diaxifin û êdî hez ji Kurmancî nakin, vêna jî wiha kiriye ku rewşa zimanê Kurdî li bakurê Xorasanê ber xirabûnê ve biçe.

Şîrîn Doletpûr ku li Xorasanê yek ji çalakwanên zimanê dayîkê ye wiha dibêje: ‘‘Yek ji wan sedeman sîstema perwerdê ya Farisî ye, vêna jî dayîk û bav neçar kirine ku ligel zarokên xwe bi Farisî biaxifin. Ji ber vê sîstemê niha gelek malbat ji tirsa paşeroja zarokên xwe li dibistanê ligel wan bi Farisî diaxifin.’‘

Bi baweriya Doletpûr, nebûna medya Kurdî, weşênxane û pirtûk bi zimanê dayîkê li wê navçeyê sedemeke din e ku rewşa zimanê Kurdî ber bi xirabbûnê ve biçe.

Hêjayê gotinê ye nêzîka 2 milyon Kurd li bakurê Xorasanê li Îranê dijîn ku di serdema Sefeviyan de ji Bakurê Kurdistanê ji bo sinorvanî û rêgirtina êrîşa Turkmen û Ozbekan ber bi Xorasanê ve hatine koçberkirin.
Nerina Azad
Bu haber toplam: 1004 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:20:15:11
Bu gönderiye hiç yorum yapılmamış! İlk yorum yapan kişi olmak ister misin?
Nerina Azad
x