Herêma Kurdistanê dixwaze tevlî Cenêv2 bibe

Berpirsê têkiliyên derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa hêvî xwest ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevlî danûstandinên Cenêv2 bibe yên ku duh gera wê ya duyem li Cenêvê destpêkir.<br><br>Felah Mistefa duh ligel berpirsê ofîsa .

12.02.2014, Çar - 07:06

Herêma Kurdistanê dixwaze tevlî Cenêv2 bibe
Haberi Paylaş
Berpirsê têkiliyên derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa hêvî xwest ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevlî danûstandinên Cenêv2 bibe yên ku duh gera wê ya duyem li Cenêvê destpêkir.

Felah Mistefa duh ligel berpirsê ofîsa Sûriyê di Balyozxaneya Berîtanya li Libnanê Angos Maki civiya û li ser rewşa niha ya Sûriyê û çareserkirina krîza wî welatî ku ev nêzîkî 3 salane didome axifîn.

Di civînê de Maki bal kişande ser hewlên ku di rêya kongreya Cenêv2 re ji bo çareserkirina krîza Sûriyê tên dayîn û diyar kir ku amadebûna nûnerên Kurd di danûstandinên Cenêv2 de girîng e.

Di danûstandinên Cenêvê de 5 nûnerên Kurdan wek endamên Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê di nav şanda opozîsyonê de cî digirin.

Lê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a ku endama Desteya Hemahengiya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê ye tevlî şanda opozîsyonê nebûye.

Li aliyê din Felah Mistefa tekez kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi ti awayekî ligel çareserkirina krîza Sûriyê di rêya leşkerî re ye.

Mistefa hêvî xwest ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevlî danûstandinên Cenêvê2 bibe ev yek jî li gor cih û girîngiya siyasî û cografî ya Herêma Kurdistanê.
Nerina Azad
Bu haber toplam: 968 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:12:20:17
Bu gönderiye hiç yorum yapılmamış! İlk yorum yapan kişi olmak ister misin?
Nerina Azad
x