Divê bi zimanê kurdî li ser pereyên Iraqê bê nivîsandin

Di rûniştina duh a Parlamentoya Iraqê de yasaya zimanên fermî hat pesendkirin û parlamenterek dibêje ku divê Hikûmeta Iraqê têkesta yasayê wek xwe piştî 90 rojan cî bi cî bike.\n\nParlamenter Bekir Heme Sidîq ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku .

08.01.2014, Çar - 06:50

Divê bi zimanê kurdî li ser pereyên Iraqê bê nivîsandin
Haberi Paylaş
Di rûniştina duh a Parlamentoya Iraqê de yasaya zimanên fermî hat pesendkirin û parlamenterek dibêje ku divê Hikûmeta Iraqê têkesta yasayê wek xwe piştî 90 rojan cî bi cî bike.

Parlamenter Bekir Heme Sidîq ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku divê ew yasaya piştî 90 rojên din were bicîkirin û pêwîste hemû belgename û nivîsên fermî yên dewletê wek pere, pol, pasport, karnameyên rûniştinên Parlamentoyê û Encûmena Wezîran jî bi zimanê kurdî bêne nivîsandin.

Sidîq diyar kir ku di benda 4 a destûra Iraqê de ew war hatine diyarkirin ku pêwîste zimanên fermî tê de bêne bikaranîn.

Di benda 4 a destûra Iraqê de wiha hatiye gotin: “Zimanên erebî û kurdî du zimanên fermî yên dewletê ne û mafê iraqiyên din jî heye ku zarokên xwe fêrî zimanê dayikê bikin, wek zimanên tirkmanî, siryanî û ermenî”.

Rudaw
Bu haber toplam: 817 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:11:57:13
Bu gönderiye hiç yorum yapılmamış! İlk yorum yapan kişi olmak ister misin?
Nerina Azad
x