Hewla Kongra Netewî Bo Çi Serneket?

Herwekî tê zanin, bi bangawaziya Serokê Herêma Kurdistan û pêşwaziya gelek partiyên siyasî ji her çar parçeyên Kurdistan li bangawaziya hanê, proseya civandina Kongreyê Neteweyî ya Kurdistanê dest pêkiribû. \n\n Bê guman ev gavê dest pêkirinê bû, lê.

Mesut Tek

27.11.2013, Çar | 09:37

Hewla Kongra Netewî Bo Çi Serneket?
Makaleyi Paylaş
Herwekî tê zanin, bi bangawaziya Serokê Herêma Kurdistan û pêşwaziya gelek partiyên siyasî ji her çar parçeyên Kurdistan li bangawaziya hanê, proseya civandina Kongreyê Neteweyî ya Kurdistanê dest pêkiribû.

Bê guman ev gavê dest pêkirinê bû, lê belê ji aliyê welatparêzên Kurd û dost û yaranê xebata azadî û wekheviya gelê me ve bi ços û kelecanî ve hatiye pêşwazî kirin û bûye sedema şadî û dilxweşiyê.

Ligel vê yêkê ve, pêwîst e bê gotin jî hinek aliyên siyasî derbareyê serketina proseya Kongra Netewî nîgeran bûn. Sedemên nîgeraniya wan jî halwesta dewletên dagirker derbareyê Kongra Netewî û bandora wan li ser hinek partiyên Kurd, rewşa siyasiya Kurdistana Rojava, halwesta PKK di warê pêyvendî di nava hêzên welatparêzan da bûn.

Pir mixabin nîgeraniya hêzên hanê bû rastî û civandina Kongra Netewî bo waxtê ne diyar hatiye paş xistin.

Îro gelek aliyên siyasî bîr û baweriya xwe li ser serneketina hewla Kongra Netewî pêşkeş dikin. Li ser babeta hanê gengeşiyeka xurt di nava partî û hêzên siyasî da heye.

Bê guman ev yêka hanê, ango gengeşî tiştekî şirustî û baş e û divê hebe û xizmeta serketina hewla damezrandina Kongra Netewî di pêşeroj da dike.

Ji bona vê yêkê jî divê sedem û xeletî û kêmasiyên berê werin destnişan kirin.

Yek ji sedaman, derbareyê Kongra Netewî halwesta dewletên dagirker û bandora wan li ser hinek aliyên siyasiya Kurdistanê ye, ku hewce nake em bi dûr û dirêjî behsa vê yêkê bikin. Ji ber ku dewletên dagirker hertim dijî yêkitî û hevbendî û hevkariya hêzên Kurdistanî bûne û bi hemû hêz û şiyana xwe ve hawl dane, ku rêxistinên Kurd nêzikê hevdu nebin. Û pir mixabin nikarin bibêjin, ku dewletên dagirker di vê warê da serneketine.

Sedemeka dinê jî siyaseta xwe sepandina PKK ye.

Di bîra me da ye, ku PKK rêxistinên ne siyasî û ne Kurdistanî wekî KESK (Hevahangiya Sendiqayên Karmendan a Tirkiyê), ÎHD (Komela Mafê Mirov) Baroya Diyarbekirê (Oda Parezêran a Diyarbekirê) anî bû civina yêkan a Kongra Netewî, ku bi bangawaziya Serokê Herêma Kurdistanê civiya bû.

Armanca PKK ji vê karê ne heq û ne reva ev e, ku dixwast destê xwe di kar û barê amade kirina Kongra Netewî da xurttir bike. Halwesta hanê ya PKK di warê dabeş kirina nunerên Kurdistana Bakur di Komîta Amadekar da jî berdewam bû. PKK ji 6 nuner, ku ji bona Kurdistana Bakur hatiye terxan kirinê, 4 nuner bo xwe bir.

PKK, di warê PJAK û Kongra Netewî a Brukselê jî li ser siyaseta xwe sepandinê pêgir bû. Di encama siyaseta hanê nunerê Kongra Netewî a Brukselê di Komîta Amadekar da cî girt, ku ev yêka jî bû sedema pirsiyarek: Eger Kongra Netewî Brukselê, bi rastî Kongra Netewî ye, ev hewl û Komîteyê hanê çi ne? Eger Kongra Netewî ya Brukselê ne Kongra Netewiyê rastîn e, nunerê wê çima di komîta Amadekar da heye? Ev yêka hanê bi tenê nişana siyaseta xwe sepandina PKK ye. Ji ber ku Kongra Netewî a Brukselê ji aliyên PKK û derdorên PKK ve hatiye damezrandinê.

PKK di warê dabeş kirina nunêrên Kongra Netewî da dev jê siyaseta xwe ya xwe sepandinê berneda. Dixwast piraniya nuneran bo xwe bibe, ku her wekî tê zanin ev yeka hanê bûye sedemeka bingehîn, ku Kongra Netewî were paş xistinê.

Bê guman rewşa siyasiya Kurdistana Rojava û halwestên ciyawaz û dijî hevdu ya rêxistinên Kurd, bi taybetî ya PDK û PKK û xwe sepandina PYD jî bûye sedema paşda xistina Kongra Netewî, ku ciyawaziya hanê îro jî berdewam e.

Bê guman gelek sedemên din yên girîng jî hene, ku bûne sedema paşda xistina Kongra Netewî. Bi gor bîr û baweriya min du sedemên bingehîn hene. Yek ji wan hewl û bandora dewletên dagirker e û yê dinê jî siyaseta xwe sepandinê ye.

Usa xuya ye, ku civandina Kongra Netewî di heyama nêzîk da ne mîmkun e. Her çend rewşa siyasî ya herêmê dixwaze, ku Kongra Netewiya Kurdistanê ji her demî pêwîstir e. lê belê ji ber hinek sedeman min li jorê behsa wan kir, civandina Kongra Netewî îro ne mîmkun e.

Çêtir e li şuna Kongra Netewî konferansên partiyên Kurdistanê were çêkirin. Konferansên, ku bi beşdariya nunerên hemû partî û hezên welatparêzên Kurd ve çêbibe, zemîn ji bona civandina Kongra Netewî xweş dikin.

Baştir e, ku em hewl bidin konferansên hanê bicivin, bi mercekî veto li ser çu partî û hêz neyê bi kar anîn.

Têbinî: Ez carna bir û baweriya xwe yên li ser babatên cuda cuda, di vê malperê da pêşkeşê xwendevanan bikim.

Serketina malperê dixwazim.

7015 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:15:52:59
x