Tu Nikarî Bidîmin. Ger ez bistînim

Piştî Şingalê niha Qiblenameya Kurdistanê Kobanê nîşan dide.

Bilal ADLIG

29.09.2014, Pts | 18:01

Tu Nikarî Bidîmin. Ger ez bistînim
Makaleyi Paylaş
Piştî Şingalê niha Qiblenameya Kurdistanê Kobanê nîşan dide. Û berê hemû şervanên Kurdistanê li wir e. Xîret û rûmet ew in. Lewra bes ew baş dizanin ku heq nayê dayîn lê tê stendin. Ez niha baştir fahm dikim ku Perîzadeyê çima digot “tu nikarî bidî min dadê qurban divê ez bibînim qibleya xwe.” Şervanên Kurdistanê bi vê çêtir dizanin lewma wa ye dimeşin û baweriya min ew e ku eger siyasetmedar û grûb dev ji nakokiyên xwe berdin ew ê serê kurdan zûtir bilind bibe û ruhê zeman çêtir bê fahmkirinê.

Divê kurd ev car nexapin û ber bi Kurdistana xwe ve bimeşin. Çimkî hêvî jî ew e xeyal jî ew e. (Hemîd Omerî) wek Hemîd Omerî dibêj e. Qiblanameya me niha Kobanî ye. Îroj ne roja girî û qêrînê ye. Îroj roja yekitî û berxwedanê ye. Li Rojavayê Kurdistanê û bi taybetî jî li Bajarê Kobanî şerekî bi tûnd heye. Şervanên YPG bi çek û Bedena xwe Axa Pîroz diparêz in û Şehîd dikevin. Di vê mijarê de tiştê herî girîng ewe ku siyasetmedarên Kurd hêla dîplomasiyê de bi awayekî Netewî gav bavêj in û nakokiya ji nav xwe derxînin.

PYD û Hikûmeta Herêma Kurdistan bi şeklekî rasteqîn mafê meyî Dewletbûn û Xwe îdarekirin bigihijînin hemû dinê. Her çiqas rewşa Kobanî ne baş be jî ez bibawerim ku wê Şervanên me van Êrîşa di demeka nêzde bişkînin û wê perçeyek din jî ji axa Kurdistan\'a pîroz rizgar bikin.. Di van rojê tûnd û bê hêvî da bila gelê Kurdistanê mil bide birayên xweyî Rojavayî û harîkariya miruvî de texsîr neke. Biizna Xwedayê Dilovan Ev sedsal sedsala Kurd û Kurdistanê ye. Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

7206 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:18:31:40
x