Dirîtina Nîska, Şîna Rihmetiyê Apê minî Sofî û HDP

Heger me jî hebûya îdareyek bi Kurdî di bin sîwana Kurdistanê de wê geleneka Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û Apê minî Sofî û hewd bidoma..

Bilal ADLIG

07.06.2015, Paz | 08:24

Dirîtina Nîska, Şîna Rihmetiyê Apê minî Sofî û HDP
Makaleyi Paylaş
Wek hûn dizanin li Bakûrê Kurdistanê dwma dirîtina Nîska ye.

Em jî wek hemû gûndiyên Kurdistanê ketin karê nîska.

Ev hefteyek e em nîska didirînin.

Dema min nîska bi Kêr dikir gellek cara hal û bûyerên derbasiyê Kurda hate bîramin.

Di serî da dema ez tî dibûm Komkûjiya Enfalê, dema birçî dibûm Karesata Şingalê dihat bîramin.

Qirika min tije girî dibû lê şerm bû ku Kurd bi girîn.

Werhasil zaf dirêj nekim.

Halê Kurda her xirabe wiha xwiya dike ku wê xirab be jî.

Piştî roja yekemîn me nîska dirît agahiya Rihmetkirina Apê minî Sofî hat.

Apê min Sofî bû.

Sofiyek ji Sofiyên Kurdistanê ye berê bû.

Qasîdeyên Melayê Cizîrî

Helbest û Nivîsên Ehmedê Xanî ji ber dizanîbû.

Xwedê bi rehma xwe wî şad bike.

Apê min di Gûndê me de dawiya Sofiyên Kurdistanê bû.

Piştî Apêmin rihmet kir li Gûndê me gelenekek dîrokî bi dawî bû.

Mixabin ev dawîbûna vê gelenekê ne tenê li Gûndê me li hemû Bakûrê Kurdistanê xilas bûye.

Ji ber ku em ne xwedî îdareya xwe ne.

Heger me jî hebûya îdareyek bi Kurdî di bin sîwana Kurdistanê de wê geleneka Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û Apê minî Sofî û hewd bidoma..

Mijara HDPê û Siyaseta HDPê tiştek pir girîng e bi min.

1- Ev nêzîkî 40 Sale Li Bakûr bê navber em doz dikin û hatin astek wiha ku êdî Hejmara Şehîd û Miriyên meyî Sivîl ji Gellek Dewletên Cîhanê zaftir e.

2- Siyaseta HDP, Kurda di çavê Cîhanê de Legalîze dike.

3- Bi xêra Projeya HDPê û Pêvajoya Çareseriyê partî û saziyên Kurdistanî dikarin tevbigerin.

4- Pêşiya HDPê bi kesayetî be jî kes nikarîbû neteweperweriya Kurd û Kurdistanê bi awayekî rihet bikira.

5- Ger HDP bi serkeve.

Ji ber ku Îslamiyet ji me re Aşitiyê Ferz dike.

Ji ber ku êdî ne mirin dibe ku HDP serbikev e.

Ji ber ku Tirkiye êrîşê Başûrê Kurdistanê neke.

Ji ber ku Kak Mesûd bizzat piştgiriyê dide Pêvajoya Çareseriyê û HDPê.

Ji ber ku destê Kurda xurt bibe dibe ku Siyadeta Legal a HDPê bi serkeve.

Siyaset û Projeya HDPê bo Kurda, bi taybet jî bo PKKê asta dawiyê ye.

An serkeftin an têkçûyîna Rizgarkirina Welêt bo demeka dirêj..

Çima demeke û ne bi dawiye?

Ji ber ku Him Îslamî him jî Civakî Millet û Axên bindest her tim bindest namînin.

Werhasil û kelam min vê heftiyê Apê xwe birêkir ber bi Bihûştê ve.

4 Malbat li Amedê bê zar û Bav man.

Ji bo Kurd di asta însaniyetê de bijîn di be Ku Her Kurd biçe ser sindoqa û reng û dengê xwe bide HDPê..

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

4414 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:05:19:52
x