Daîş û Hevrêyên Xwe

Lê DAÎŞ bi alîkariya dijminê Kurdistanê ji rêya xwe vegeriya û bû dijminê kurd û Kurdistanê. Ev êrîşên DAÎŞê ku hêj jî didomin li ser Kurdistanê êrîşê dijminê milletê Kurd ên 100-200 sal berê ne. Werin em yek bi yek van dijminan binirxînin.

Bilal ADLIG

23.07.2015, Per | 10:47

Daîş û Hevrêyên Xwe
Makaleyi Paylaş
Ez pir meraq dikim gelo DAÎŞê ji ber çi berê xwe neda Bexda, Şam an deverine din ên ereban. Dema mirov li şerê DAÎŞê ku li dijî kurda dike dinêre, ev pirs têne bîra mirov. Heger DAÎŞê piştî Şingal xiste destê xwe berê xwe bidana Bexdayê, ne Hewlêrê, ez bawerim ku niha Bexda di destê wê de bû. Lê belê DAÎŞ ne bi ser Esed ve ne jî bi ser Îrana biçûk ( Iraq) ve çû. Her tim mîna sayê qidûsî berê xwe da Kurdistanê û destkeftinê kurda. Li Mexmûrê şikest, berê xwe da Kerkûkê. Li wir têk çû, êrîşî Kobanî kir. Li Kobanî jî bi ser neket û dîsa hewl da ku bikeve deverên kurdî wek Hesekê, Kerkûkê, Mexmûr û Gwerê. Niha em bi stratejiyeke leşkerî vî şerî binirxînin.

Her çendî di nav refên DAÎŞê de fermandarên ji şer û şert û mercên wê fêm dikin hebûn jî piştî bidestxistina Misûlê DAÎŞê berê xwe neda Bexdaya perîşan û jihalketî.Her weha DAÎŞê êrîş nebirin li ser herêmên Sûnne ku piraniya wan layengirê DAÎŞê ne.

Li gor felsefeya DAÎŞê dijminê yekem Şîa ne. Lê DAÎŞ bi alîkariya dijminê Kurdistanê ji rêya xwe vegeriya û bû dijminê kurd û Kurdistanê. Ev êrîşên DAÎŞê ku hêj jî didomin li ser Kurdistanê êrîşê dijminê milletê Kurd ên 100-200 sal berê ne. Werin em yek bi yek van dijminan binirxînin.

1-Tirkiye: Dema DAÎŞ derket holê serokwezîrê niha yê tirk Ahmed Davutoglu ji bo wan digot: Ew ne terorîst in, ew kesine ji ber zilma ku dîtine bihêrs in. Belkî dehan caran zêdetir bi tir û tirêmbêlan çek û cebilxane ji DAÎŞê re şandine. Emerîka û dewletên rojavayî gelek caran hişyarî dan Tirkiyê lê mixabin dijminatiya kurda çavên rêvebirên tirka kor kiribû û hêjî çavkor in. Serokkomarê Tirkiyê Erdogan berî çend rojan digot ku ewê tu carî rê nedine destkeftinên kurda li bakurê Surî de.

2-Îran: Her çiqas dema êrîşên DAÎŞê yên li ser başûrê Kurdistanê metirsî peyda kirî alîkarî dabe Kurdistanê jî bi ya min Îran xurttirîn piştgirê DAÎŞê ye.

3-Sûrî: Her çiqas li Sûrî DAÎŞê li çend devera êrîşê Esad kiribe jî Esad û Leşkerên xwe bi deh caran çek û cebilxane ji wan re berdan û ji herêmên kurda vekişiyan. Awayeke îndîrekt be jî piştgiriya aborî û çekan ji Daîşê re kir.

4-Îraq: Dema DAÎŞê berê xwe da Mûsilê leşkerên Iraqê bêyî şer bikin pere, cebilxane, çek û tirêmbêlên teknîkî ji DAÎŞê re berdan û reviyan. Li gor raportek lêkolîna Parlementoya Îraqê ya Navendî di êrîşa DAÎŞê de ku li ser Mûsilê bû bi alîkariya serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî El Malikî encam daye. Ji bo em bi kurtasî fêm bikin dijminê Kurdistanê ew in ku berê DAÎŞê her didine Kurdistanê. Dijmin ew in ku digotin \"Kobanî dike bikeve\". Dijmin ew in ku digotin \"PKK û Pêşmerge banga şerîf qedexe kirine\". Dijmin ew in ku li Pirsûsê tehamûl li alîkariya ciwanan ji Kurda re nekirin û komkûjî pêk anîn. Baş binêrin, êrîşên DAÎŞê li Rojhilata Navîn ji bilî Kurda kêrî kê tê û pişta kê rast dike?

Serê fitnê Îran e binê fitnê Rom e.

Bila baş bizanin:Her Kurd hebûn wê her hebin jî. Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

5674 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:13:37:37
x