Yekîtîya Partîyên Kurd bi qaserî azadîya gelê Kurd bi rumete .

Piştî guftoguhên dirêj di nav bera çar partiyên Kurdê rojavayê Kurdistan , biryara yekîtîya sîyasî hate dayîn .

Avash Hannan Muhammed

10.04.2014, Per | 09:52

Yekîtîya Partîyên Kurd bi qaserî azadîya gelê Kurd bi rumete .
Makaleyi Paylaş
Piştî guftoguhên dirêj di nav bera çar partiyên Kurdê rojavayê Kurdistan , biryara yekîtîya sîyasî hate dayîn . Partîya Demoqrata Kurdê Sûriye )Elpartî ( - Partî Azadî Kurdî Sûriye - Partîya Azadî Kurd - Partîya yekîtîya Kurdistan .

Li paytaxta Herêma Kurdistan) Hewlerê (kongira yekîtîya sîyasî hate pêşxistin . Her çar partîyên Kurd bûn yek û Partîya Demoqrata Kurd li Sûriye hate damezrandin .

Yekîtî sîyasî, di navbera çar partîyên Kurd’da pêngaveke erînî û pîroze, her çiqas gaveke derenk hatibe pêşxistin ,lê biryareke raste .Hêvîdarim ev gava yekemîn bibe bingeh jibo yekîtîyeke berfirehi li rojavayê Kurdistan.

Wek tê zanîn , Partîyên Kurd li rojavayê Kurdistan gelek zêdenên , biçûktirîn beşê Kurdistane lê hêjmara partîyên têde ji partîyên hemû beşên Kurdistanê zêdetirin.Pirsgirêkên partî û rêxistênên Kurdî li vê beşê ji pirsgrikên gel zêdetire . Heyanî niha van partîyan xwe ji rewşê marjinal dernexistin bi dilekî fereh gûhdarê hev nekirinên , xêrê hevjî nexwastin. lewra temenê van partîyan gelek dirêje lê nebûn hêzeke sîyasî û roleke lewaz lihîstin , derfetin li destê wanda heyî ne xistin xizmeta gel û netew .

Yekîtîya partîyên Kurd ; bi qaserî azadîya gelê Kurd bi rumete.

Jibo yekîtiyeke sîyasî xurt avabibe dîyaloq û hevpeyvînek dûrûst pêwîste. Hîroj şoreşa rojavayê Kurdistan li Sûriye ji her wextî zêdetir bi hewcê vê yekîtîyê.Gava partîyên Kurd belav bixebitên, rîya diçe azadîya gel zehmet dibe . Ez bawarim ev pêngava erînî wê bibe îmtîhaneke baş jibo partîyên rojavayê Kurdistan.

Bê guman, kongira yekîtîya sîyasî li ser gelek mijarên girîng nîqaş kiriye , bi taybet pêşxistina pirojeyekî netewayî û istiratejîyeke sîyasî hevbeş jibo azadîya şoreşa rojavayê Kurdistan .jibo Sûriyeke Demoqratîk û Kurdistanekî federel pêwîstî bi rêxistin û sazîyên xurt heye.Em hemû dizanin sîyaseta Kurdistanî tenê bi axaftin û bi hestê netewayî pêşnakeve. jibo berjewendîyê Kurd û Kurdistan pêwîste Partîya Demoqrata Kurd li Sûriye roleke Kurdistanî bilize û xwe ji nêzÎkatîyên mehlî rizgar bike.

Gava mirov encamên kongira dişopîne , çend xalên giring balê mirovan di kişine û cihê rexnêye. Yek jiwan ewe ku, rêveberiya çar partîyên ku xwe fesix kirinên hemû di serkirdeyetîya Partîya nûhde cihê xwe girtinên.Kesayetin nû nînên. Her waha ji 650 delegên kongire 51 endam jibo komîta navendî tê hilbijartin û ji nav wan tene 4 jin endamên . Xalekî dî balkêş,serokê Partî di hûndrê kongirê’de nayê hibijartin û dihêlên li benda civîna komîta navendî dîyar bike .

Hêvîdarim serokê Partî xwedî kesayeteke Kurdistanî be.Her wext li ser doza Kurd û Kurdistan bi lerze û di nav gelê xwe li rojavayê Kurdistan siyaset bike . Bi hêvîya tekoşînekî serkefti û azad jibo gelê Kurd. Bi evînekî mezin kongira yekîtîya sîyasî pirozdikim û li ser xêrê be .

9829 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:20:23:05
x