Rejima Baas Pêvwiste lêbordên jı gelê Kurd bixwaze...

Rêjima baas ; gelek sûç û şaştîyên mezin, derhaqê gelê kurd û gelên dî pêkhanî .

Avash Hannan Muhammed

31.12.2013, Sal | 16:14

Rejima Baas Pêvwiste lêbordên jı gelê Kurd bixwaze...
Makaleyi Paylaş
Rêjima baas ; gelek sûç û şaştîyên mezin, derhaqê gelê kurd û gelên dî pêkhanî .\

\

Rêjîma baas , yê desthiladar xwedî , sîyaseta netewperestî û qevneperestîye . jiber vê yeke gelê kurd , hatîye înkarkirin û bê maf hîştin . her çiqas rêjîma baas li Sûriye, bêje min temsîla xeta sosyalizma hemdemî dikim, di rêveberçûnê welat, li alîyên siyasî, civakî û aborî ‘da. lê di esasda îdolojîya , şovenîzma Erebî birêva diçu .\

\

Demê ku ; mirov li siyaseta, rêjima baas yê înkar û qîrkirina gelê kurd dinêre , felsefa\" Mustafa Kemal Atatürk\" û îdolojîya kemalîzimê yê înkarê gelê kurd dikare bibine. herdu nêrîn û têgeh nêzîkê hevên, gelê kurd dixapîne . di waxta tenk û zehmet kurd dost dibine, jiwan fêydê digirê û di waxta rahat û bihêz dibin gelê Kurd dijmin dibinên. \

\

Di sala 1946’da , gelê kurd bi bîr û bawerbûn , jibona Sûriye jibin mîtingerîya Fransa rizgar bikin , roleke serekî lihîstin , di hemo sahên Sûriye ,li \" Şam ,Halep, Çiyaê Kurmanç, Laziqiye ,Raqa, Cizirê \", beşdarê şerên giranbun , her cihek mîtinger têdaye ,warê berxwedanîyê dizanî . fîşeka yekeme li hemberê dijminê Sûrye taqandiye Kurd ‘bu . gelek qahraman û welatparêzên kurd , xwedî ked û tekoşîn bun , di serfirazîya Sûriye de , \" îbrahîm heno_ Şêx Ahmed Elxeznewî –Şêx İbrahîm û Yusf Elazama\" mînekin li ber çavin.\

\

Piştî demeke kurd, gelek ji wan tekoşeran sürgünbûn , ketin zîndanan û hatin kuştin. Ti kesek li wan xwedî derneket.\

\

Dewleta Sûriye avabu , welatparezîya kurd ji bîrbu . zilmek mezin li ser gelê Kurd destpêkir, Kurd ji hemu mafên netewî , sîyasî , cıvakî durxwistin . \

Rêjima baas ; nêzîka 300.000, kurd bê rêgezname hîşt û got ew Kurdên ji tirkîyê hatinên , xerîpin, cihê wan di vê welatîde nine.\

Di encama pêkanîna Dewleta Sûriye nû, sîyaseta \"kemera Erebî \" herêma kurd lê jiyan dikin hat perçekirin, nasnamê Kurd hat helandên, gelek jiwan zimanê xwe jibirkirin, cıhê Kurdan bi Erebên bedewi hat guhartên, bitaybet, cihê têda petrol heye kurd jiwir derxistin, Ereb xistên şunê . \

Baas , duwarê tirsê di rih û mêjîyê gelê Kurd’da çand û nehişt bi ti şêwazî kurd bibin xwedî îrade û kesayet.\

\

Di salê 1999’da waxta serokê \" PKk\" ji Sûriye derxist , gelek kadroyê rexistinê hatên girtên, işkenceyeki wahşî li ser wan pêkhanî , piranî wan felç kir û teslima Dewlata Tirkiye kir. Bi hazaran welatparezîn kurd ketin girtigahan û işkence kirin , sahê xebatê qadexe kir û vala kir. \

Lê wek hemu dizanin, pêştir, têkiÎya rêjima baas li gel serok û tevgera \"PKK\" gelek baş bu .\

\

Rêjima baas , her waxt xwestîye pozisyona kurd , li gor berjewendîye xweyî , netewperestî birêva bibe û zêdetir bi hêz bibe.\

Îroj, lêgerînên rêjimê ,hîna çewa kurd bike taraf ji xware û ji hêzên wan istifade bibine , di şerê li Sûriye dimeşe , hemu saziyî, dezgeh û derfeten xwe dewrê Kurdan kir, û jiwanara got biparêzin ewe mafê weye , bila nekeve destê opozîsyunê, ewê wêran bike herêma we.\

Kurdan çikir? gelek bi kêf û xweşbun ji vê pêngavî û yekser îdarê xwe îlankir.\

\

Hayanî kengî? hayanî rêjim xwe komî ser hevbike û emaneta teslimi Kurdan kirye, careke dî vegerine .\" Qamişlo û Haseke\" minekên li berçavên. \

Li aliyeke dî rêjim ji hêzbûn û yekbûna kurd di tirsê , jiber vê yekê herdem , hewil dide ku perçe bike û grupên biçuk û ciwaz avabike , jibo binavên cuda şerbikin , bê guman ev taktike ne xeraba jibo rejim xwe li ser linga bihêle . Li mixabin ev nêrîneke çewte û rêyeke metersidare. Pêwîste mirovên Kurd hişyarbin .\

\

Binerên di çend rojên derbazbûye , herdu encûmenên Kurd û destaya Kurd ya bilind li Hewlerê civîyan ,rêjim peyama xwe bi lixistina Şex maqsud û Eşrefîye ,çend roj li ser hev li gelê Kurd ‘da . çima ? jiber ku naxwazê Kurd bi yek dengî liser doza xwe bilerzin .\

\

Serokê kurd yê nemir QADİ MİHEMED , berê ku wî bibin sêdara mirinê . jibo Kurd û kurdistanîyan digot \" Rêka serkeftinê her miletekî di hêzbun û yekitîya wîra girêdaye … xwe biparêzin … xwe bi herzenî nefroşin dijmin…waxta ku îşî wî biwe biqede , ewê tolê xwe hêlde … dijminê Kurd diktetore … bê rehme … adalet û merhemetê ji dijminê xwe hêvî nekin\" \

\

Ez gelek bawarim ku , ev şîretin dîrokî zindîbûna xwe diparêze. pêwiste ji hemu deman zêdetir , gel li rojavayê Kurdistan, gûh bide van peyvin hêja û riya çaresîyê bişopine . \

\

Kurd û kurdistan , weke milet û erde , jihev cuda nabe. heyanî dawî Kurd nabin leşger û bekçiyê rejimê .\

\

Êdî ! rêveberin baas pêwîste, gelê kurd rahat bihêle û tiştî herî kêm bike , li beranberê zilimê pêşxistiye, lêbordin ji gelê Kurd bixwaze .\

erkê dikeve li ser hemu Kurdan , jîyankirina nasnamê netewîye ; yek kirin û parastina herêma Kurdistanê rojava ye.\

\

Sersala nu a 2014 tewayi gele Kurd piroz bıbe\

\

\

\

Avash hannan muhammed \

31 . 12 . 2013\

\

9067 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:11:43:24
x