Kurd û cenêva 2

Civata navnetewî di ve rojên li pêş meda dixwaze li Cinêvê kongreyeke li darxînê ,bi armanca pirsgirêka Sûryê çareser bike ,nêzîkê du sal û nîv li ser şerê Sûrye derbaz dibe û hînajî şer bi hemo dijwarîyê xwe berdewam dike, gelek mirov hatên kuşt.

Avash Hannan Muhammed

07.12.2013, Cts | 14:53

 Kurd û cenêva 2
Makaleyi Paylaş
Civata navnetewî di ve rojên li pêş meda dixwaze li Cinêvê kongreyeke li darxînê ,bi armanca pirsgirêka Sûryê çareser bike ,nêzîkê du sal û nîv li ser şerê Sûrye derbaz dibe û hînajî şer bi hemo dijwarîyê xwe berdewam dike, gelek mirov hatên kuştên,birîndar û peneber bûn , ji welatên xwe derketên, şer encameke gelek giran û bi êş derxiste holê û tê gotên piştî ‘’ pêncî salî dî anca ev welat xwe komî ser hev bike’’ , jiber ku Sûrye buye cih û warê hemo grup û rêxistênên terorê yên ji dervê Sûrya hatênên û tên bi navê opozîsyonê şer dikin.

îroj civata navnetewî ji vê rewşê bi aloz gelek ditirse û Sûryê di şibihînê bi "Somal a duem". Jiber vê yekê hêvî dikin vê şerê rawestînên û agirbest îlan bikin û çarenusê Sûryê guftoguh bikên , her waha dixwazên walat ji kesên xerîp û xerap paqiş bikên û Sûryekî nu bi xelkê têda jîyan dikê komareke Sûrî nû ava bikên.Bê goman lêgerînên çareserîyê pêngavke başa di dest bikirina pirsa Sûriyê da. lê bi gumana min ,hînajî tarafên şer dikin di Sûrye amede nînên jibo proseyê aştîyê pêşbixên , lê nayê wê watê ku ewê rewş bi vê rengî jî berdewambike , dîyare ewê wexteke dirêj bixwe û rêveberîyekî demkî avabikin û agirbest ilan bikin.

Bê goman Kongra Cinêvê derfeteke zêrîne û şanseke hêjaye jibo gelê kurd beşdarê vê civatê bibe û îradê xwe yê netewey bi yek dengê temsÎl bike, ev derfetên derketîye holê rewşê şer bi xware anî holê û wek tê zanîn deskeftênên ketîye destê gelê kurdê li rojava Kurdistane da ne kedê yek partiyeke lê belê kedê gelê kurde. Li gor nêrîna min İttifaqê nîştimanî kurd jibo demke dirêj gavge strajîke , pêngavên kurt û taktîkî di Îttîfaqên kurdî metirsîdare , hebunê kurd li gel rêjima Sûrye anjî li gel opozîsyunê şaştÎyeke mezine , di Sûrye demokratîkta cihê miletê kurd û miletên dî heye û pêwîste kurd bi îttîfaqên xweyê netewî bibin hêzeke serekî di civata navnetewî, bi îrada xwe bibin xwedî rol di Sûryeke demoqratîkta .

Bê guman di vê civatê giring da ewê nêrîn û pêşniyarîyên kurdan jî bibe mijara nîqaşê.

Wê waxtê erkê dikeve li ser milê partîyên kurd çîye ? Kurd di dîroka Sûryê de xwedi rol û dest keftênên mezine . Helwestê kurdan di vê civatê da dîrokîye pêwîste zelal be û jibo xwe bi axfe, her waha pêwîstî bi amedebunê nexşê rîyê çarenusê doza kurd heye.

Berî her tiştî kurd li rojavayê Kurdistan xwedî mafê qedera xwe bixwe taayîn bike , weke xelkeke xwedî xak ,ziman û milete . Pirsgirêka kurd pirsgirêkeke netewîye , sîyasiye û pêwîste çareserbibe û kurd bi fermi bibên xwedî îdare û xwedÎ maf di zagonên navnetewî da û di afrandina Sûryê nûhda xwedî gotên û hêz bên û ne kevên şaştîyên berê . Rêjîma Baas û opozîsyona heyî ,tu xêrê wan jibo kurdan nîne . Neyarên kurd û dewletên ya Kurdistan metinger kirin naxwazên kurd bibin xwedi nasnameyeke netewî , ji ber vê yekî ji hemu waxtan zêdetir astengîyan derdixînên.

Pirskêrêka kurd anjî astengîyê derdikeve li pêş pirsgirika kurd çîye wextê mirov şirove dike, bê guman rewşa partîyên kurd û belavbûnên wan tê li ber çav , berî her tiştek ev partîyên heyî fêr nebunên ku bi hevra kar bikin, bi yekbin , ji hev hez bikin û xêrê hev bixazên, bîrnekên em hemu kurdên û jibo Kurdistanê tekoşîn dikin. Kesek dûjmin û xayîn nîne. îroj parçebun ne di berjewendîyê kurdan daye , zerareke mezine wê kurd vegerînê paş û paş . İroj gelê kurd di nav şert û mercên gelek başdaye ,pêwîste kurd li kurdistane rojava û perçên dî li Kurdistanê da vê rewşê bi nêrxînê û xwedî gotên û pêşnîyarî bin di pêşerojê rojavada. Tevlibuna hemo rengan jibo kê ewê zerar be ?.

Birastî gelê kurd îdî ji şerê navxweyî helak buye û her kes rîya çareserîyê di şupînê û îdî hêzbun û desthiladarêya yek partî wextê xwe derbazkirîye .

Desthiladarîya herî mezin gel bi xweye Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

9856 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:00:28:44
x